Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin 2018-12-03 10:25:28 ENQERE – Berdevkê HDP'ê  Saruhan Oluc, têkildarî xebatên hilbijartina 31'ê Adarê axivî û diyar kir ku ew dê 95 şaredariyên ku qeyûm  tayîn kirine ji di navde 105 şaredariyên xwe dîsa bistînin û li gel vê yekê dê 30 şaredariyên nû li ser şaredariyên xwe zêde bikin. Oluc, da zanîn ku dê namzetên xwe ji aliye nûnerên gel û rêxistinên demokratîk ve hilbijêrin.  Oluc, bal kişand ser diyarkirina namzetan û wiha got: "Her bajar dê namzetê xwe diyar bike. Rêxistinên me yên bajaran dê bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bikin."  Berdevkê HDP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Saruhan Oluc, der barê îtîfaqa AKP-MHP'ê û xebatên xwe yên têkildarî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an a Rêveberiyên Herêmî de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    Oluc, anî ziman ku du hedefên HDP'ê yên rêveberiyên herêmî hene û wiha got: "Armanca me ya yekem em hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm tayin kirine dîsa paşve bistînin. 95 şaredarî qeyûm hatiye tayînkirin. Em dê 105 şaredariyên xwe dîsa qezenç bikin. Li gel vê yekê em dê 30 şaredariyên nû li ser şaredariyên xwe yên heyî zêde bikin. Armanca duyemîn jî em qadê li îtîfaqa AKP û MHP'ê teng bikin. Rojavayê Tirkiye jî jî bo HDP'ê gelek girîng e.  Ji ber ku rêjeya dengê HDP'ê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Bûrsa, Antalya, Kocaelî, Manîsa, Aydin, Mêrsîn, Edene, Hatay û Konya, zêde ye. Ji ber vê yekê divê em vê rêya dengê xwe rast û baş binirxînin û encamê ji van bajaran bistînin. Em dê li van bajaran koalîsyona AKP-MHP'ê lawaz bikin. Bi taybetî encamên li Stenbol, Edene, Mêrsînê dê encamê biguherîne. "    Oluc, da zanîn ku ji bo wan encama Hilbijartina 24'ê Heziranê girîng e û gelek dane dixe destê wan. Oluc, bilêv kir ku rêjeya encama hilbijartina 24'ê Hezîranê ji rêjeya encama hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2014'an ku 102 şaredarî qezenç kir zêdetir bû û wiha got: "Ji bo em li bajarên Rojavayê Tirkiye hêza îtîfaqa AKP û MHP'ê lawaz bikin  yekîtîya hêzên demokrasiyê girîng e. Ji bo vê yekê di qada herêmî de hewldana yekîtiya hêzên demokratîk didome. Di 16'ê Nîsanê Referandumê de hêza demokrasiyê encama xwe nîşan da. Ev dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de encamek baştir bistîne. Me niha pêşxebatên xwe kirine. Me analîza hilbijartinên berê û encamên berê kiriye. Me encamên sindoqan berfirehî nirxandin. Me nerînê gel, hêzên rêveberiyên herêmî, saziyên demokratîk stendin. Me li zêdeyî 500 navçeyên xwe ev xebat meşand. Me bi sedan rêxistinên sivîl ên civakî, komeleyên herêmî, rêxistinên girseyî û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Me xebatên berê û siberojê nirxandin û niqaş kirin. Me rapor nirxandin. Me di van raporan de hem di meseleya politikayan û hem jî di diyarkirina namzetan de daneyên girîng derxistin."   Oluc, bal kişand ser diyarkirina namzetan jî û wiha got: "Serlêdana bernamzetan dê heta 5'ê Kanûnê bidome. Dibe ku çend rojan dem dirêj be. Di vê mehê de namzet dê diyar bibin. Piştî me namzet diyar kirin em dê dest bi xebatên kampanyayê bikin. Dê namzet dest bi vegotina xebat û projeyên xwe bikin. Nemzet dê li gel gelê herêmê bi hevre xebatan bimeşînin. Rêxistinên demokratîk jî dê tev li xebatan bibin. Melîsên gel û meclîsên şaredariyan dê bi hevre xebatan bimeşînin. Di hilbijartina Meclîsê de serlêdan li navenda HDP'ê didan. Lê di rêveberiyên herêmî de serlêdana bernamzetan li bajaran tê kirin. Êdî dê rêxistinên me yên bajar namzetên xwe diyar bikin. Navend dê biryara namzetên bajaran nede. Dê bi hilbijartinê namzet bê diyar kirin. Dê gel tev li van hilbijartinan bibe. Yên xebatê dimeşînin, nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk û nûnerên taxan, berpirsiyarên sindoq û muşahîd dê bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bikin. Hemû pêkhateyên me yên navçe û bajaran tê tev li pêvajoya hilbijartinê bibin. Rêxistinên demokratîk û sivîl, rêxistinên sivîl ên girseyî û gel dê bi hevre namzetên xwe diyar bikin.    Dê li hin bajaran bi rêxistinên din re îtîfaq bên avakirin. Mînak dê li Stenbolê namzetên îtîfaq bên diyarkirin. Li cihê ku dengê me kemî ji sedî 50 em dê îtîfaqan ava bikin. Lîsteyên me dê bi rêbaza fermuarê pêk bê. Hevserokatî û yek jin yek mêr dê bibin namzetên Hevşaredarî û endamên meclîsên şaredariyê.  Ne tenê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de, piştî hilbijartina rêveberiyen herêmî jî îtîfaqa herêmî girîng e. Ji hêzên demokrasiyê bigêjin armanca xwe divê têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin Divê li qadên herêmî bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em dixwazin hemû hêzên herêmî yên jin, ciwan, ked û rêxistinên din ên demokratîk hêza xwe bikin yek. Hewldanên me ji bo yekîtiya hêzên demokratîk e. Em wekî HDP di vê mijarê de bi biryar in. Hilbijartina 24'ê Hezîranê nîşan da ku ger ku hevkariyek baş û bi rêxistin ên hêzên demokratîk bê avakirin dê karibe hêza iktîdara AKP-MHP'ê tengav bike. Dê encam bistîne. Ji  ber vê yekê em tenê bi çavê hilbijartinê li 31'ê Adarê nanerin. Em weki pêşeroja Tirkiye jî li vê hilbijartinê dinerin. An dê polîtikayên koalîsyona AKP-MHP'ê ku şerxwaz, nijadperest, kevneperest û dijnînê kurd bi ser bikev, an jî dê hêzên demokratîk bibin yek û ji vê rêveçûnê re bêjin bes e."    DAXWAZA GUVEN RAKIRINA TECRÎDÊ YE    Oluc, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 26 rojin di grevê de ye û wiha gt: "Leyla Guven  vîna gelê Colemêrgê ye. Girtina wê li dijî hiqûqê ye. Hewldanên me yên hiqûqî didomin. Armanca çalakiya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven bê guman ne ji bo şexsê wê ye. Armanca wê bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan e. Dixwaze vê tecrîda li dijî mirovahiyê ye bi dawî bibe.  Em hemû piştgiriyê didin Birêz Guven û dê piştgiriya me bidome. Em dixwazin demek berî demekê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe û Leyla Guven jî dawî li çalakiya xwe bîne. Ji bo vê yekê tekoşîna me dê bidome.    Selman Guzelyuz