Demîrtaş: Operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ êdî tê fêmkirin 2018-11-23 15:04:30  ENQERE – Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku erêkirina cezayê 4 sal û 8 meh yê lê hat birîn zextek siyasî ye û got: “Êdî ji operasyona AKP'ê ya ‘pêngav û vî karî xelas bikin' plan kiriye tê fêmkirin.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî biryara DMME’ê ya dar barê wî de da daxuyaniya nivîskî weşand. Daxuyanî ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat parvekirin. Daxuyaniya bi sernavê “AKP li dijî biryara DMME’yê lêgerîna xwe ya ‘vî karî xelas bikin’ leztir kir” wiha ye:   "AKP li dijî biryara berdana min a ku Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da, ku operasyona ‘pêngav û vî karî xelas bikin’ da destpêkirin tê fêm kirin.    Meha çûyî Dadgeha Cezayê Girana Stenbolê der barê min û Birêz Sirri Sûreyya Onder de cezayê 4 sal û 8 meh ê hepsê da. Dadgeha Îstînafê demildest vî cezayî erê kir. Ev jî destpêkirina wan zextên siyasî dide nîşandan.    Dosyeyên min ên dişibin vê dosyeyê bi mehan e li benda lêkolînê ne. Vê dosyeya me demildest ji dadger ra şandine. Vê amadekariya awarte ne tesadufiye ku rojek beriya biryara DMME’yê tê dayîn. Mudaxeleyek siyasî bi awayek aşkere li holê ye. Armanca wan ew e ku ji bo biryara DMME’yê pêk neyê bi sedemek derew dixwazin min bikin hikumxwar û girtina min dewam bike.    Nikarin vê bikin gelo? Helbet dikarin bikin. Lê nikarin vîna me bişkênin. Nikarin têkoşîna me desteser bikin. Heke ev pêk were dê hemû endamên darazê bibin parçeyek sûcek micid û vekirî. Lê bêguman rojek dê li pêşiya darazek adilane hesab bidin. Ez dixwazim bibîr bixim ku ev sûc li derveyî çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê ya TCK 77/d ye. Divê tu kes baweriya xwe bi siyasetmedaran neyne û nebin parçeyek vî sûcî.”    Di dosyeya min diyar kir de tu tiştek ku em ê jê ceza bixwin û em ê li dijî wê bêçare bimînin jî nîne. Divê ev bê zanîn. Lê ya me jî ‘hemla’ herî bi nirx û watedar vîna gelê me ya ku dê her tiştî bike. Di sindoq û her derfetên demokratîk de wê gelê me hesabê vê yekê bixwaze. Her wiha divê her kes baş bizanibe dê li dijî van tiştên tînin serê me, der barê wan de hêj biryarên binpêkirinê yên girtantir derkevin.    Em ê tu carî serî netewînin. Divê em bi moralê herî xûrt û serbilind rêya xwe dewam bikin. Dereng an jî zû teqez wê têkoşîna demokrasî, azadi, edalet û hiqûqê qezenc bike.   Li gel hezkirin û silavên min…”