HDP: Bi Guven û Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan 2018-11-23 12:56:39   NAVENDA NÛÇEYAN – HDP têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş li gelek navendan daxuyanî da. Di daxuyaniyan de hat xwestin di serî de Guven û Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajaran ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya ji bo berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş da li gelek navendan daxuyanî da.  Di serî de li Amed, Wan, Êlih, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Enqere, Edene, Mêrsîn, Hatay, Îzmîr, Stenbol û li gelek navendên din parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên rêxistinên kedê piştgirî dan daxuyaniyên çapemeniyê.    ‘DÎLGIRTINA PARLAMENTERÊN HDP’Ê HATIYE TESCÎLKIRIN’    Metna daxuyaniya ji Komîsyona Rêxistinan berpirsyar a Navenda Giştî ya HDP’ê ku ji rêxistinên bajaran re şand wiha ye:    “DMME xwest Hevserokê me Giştî yê berê û hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş li tavilê bê berdan. Bi biryara DMME’yê re carek din derket holê ku girtina Birêz Demîrtaş biryarek siyasî ye. Her wiha bi biryarê re hat zelakirin ku girtina parlamenter û hevşaredar û hemû rêveber û endamên me biryarek siyasî ye. Bi vê biryara dadgeha navnetewî re hat tescîlkirin ku biryar siyasî ye.    Li gorî biryara DMME’yê yên di bin tehdîtê de ne tenê ne mafê takekes û azadiya Birêz Demîrtaş e hemû pergala demokratîk di bin gef û talûkeyê de ye. Ji ber vê yekê biryara DMME’yê tenê ji bo birêz Demîrtaş derbasdar di heman demê de ev biryar ji bo hemû parlamenterên me jî emsal e.    Piştî biryara DMME Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan daxuyaniya “biryar me eleqedar nake” da. Daxuyaniya Erdogan di asta ku divê Tirkiye hem li Konseya Ewrûpa û hem jî li DMME’yê de di qada siyasetê de bihejiyaya. Pêkanîna biryara DMME’yê ku li tavilê pêk were hewcedariya Makeqanûna Komara Tirkiyeyê ye. Her wiha wîjdanê civakê jî li bendê ye biryar bê cih. Divê hêza tu kesî tune be ku mudaxeleyî darazê bike.    Şertê siyaset kirinê ji holê rakirin, ragirtina siyasetmedara a ji ber nêrîn û ramanên xwe di girtîgehan de di heman demê de tê wateya qûtkirina dengê civakê. Pêkanîna hiqûqa dîlgirtinê ya li dijî nûnerên siyaseta demokratîk civakê aloztir dike û her ku diçe krîza siyasî û civakî kûrtir dike. Divê demildest dev ji van pêkanînên derveyî hiqûqê berdin.    Divê daraza demildest biryara Makeqanûn û DMME’yê bîne cih. Pêwîste di serî de Birêz Demîrtaş û hemû parlamenterên me û hilbijêrên bi vîna milyonan kes ku bi awayek bêhiqûqî di girtîgehan de dîl tên girtin bên berdan.”