Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin 2018-11-21 10:52:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, der barê biryara DMME'ê ya têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demirtaş nirxand û got: “Divê em li gorî biryara DMME'ê tev bigerin. Lê dil dixwest li şûna DMME Dadgeha Qanuna Bingehîn vê biryarê bide.  Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, der barê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ya têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş de nirxandin kir. Nivîskarê Rojnameya HaberturkMuharrem Sarikaya, di qunçikê xwe yê îro de cih da axaftina Kiliçdaroglu. Kiliçdaroglu di nirxandina xwe de diyar kir ku ew li hemberi hiqûqa cîhanê bi hurmet in û wiha got: "Ger ku em dixwazin hişê ku dewleta li hemberî hiqûqê bi hurmet ava bikin divê em em li gorî biryara DMME'ê tev bigerin. Li hemberi vê biryarê jî tazminat dê bê dayîn. Heta naveroka biryarê nebînim nikarim tiştekî bêjim. Lê dil dixwest li şuna DMME'ê Dadgeha Qanûna Bingehîn  vê biryarê bide."