Bîlgen: Lîjneyên partiyê dê biryar bidin 2018-11-19 14:43:09 ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî îdiayên ji peywîra xwe îstîfa bike axivî û got: “Lîjneyên partiyê de biryarê bidin.”  Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî re hat gel hev. Bîlgen piştî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Bîlgen têkildarî îdiayên dê ji peywîra xwe îstîfa bike got: “Di vî warî de vînek min heye. Min viya ji hevserokan re ragihand. Lîjneyên partiyê dê biryarê bidin. Dibe ku civînek nû bigirin û hevserokên giştî dê vê biryarê aşkere bikin.”    MA / Dîren Yurtsever