Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin 2018-11-08 11:40:46   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin divê gelên Tirkiyeyê bên gel hev û got: “Ev bangek xwezayî ya îtîfaqê ye. Heke ev pirsgirêk me hemûyan difetisîne, wê demê lazim e em rêya nefes sitendinê bi hev re bibînin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de bersiva pirsên ajansa me Mezopotamyayê da.    ‘RÊYA AŞTIYÊ DI CIZÎR Û COLEMÊRGÊ DE DERBAS DIBE’    Temellî destnîşan kir ku ew di çarçoveya xebatên hilbijartinê û serdana bajaran de çû li gelek bajarên herêmê geriya û got: “Ez çûm Roboskî, Şirnex, Qileban, Silopî, Colemêrg û Batmanê. Hêj birîna Roboskî taze ye. Yek ji êşa herî mezin a li ser vê axê ye. Her kes her sibe bi 34 canên xwe şiyar dibin û her êvar wan didin axê. Dema tu diçî van bajaran mirov resmê zilmê dibîne. Li her deverê tu ji aliyê polîs û eskeran ve têyî rawestandin û hildidin lêpirsînê. Zîhniyetek wisa ye ku hemû jiyana asayî ji destê mirovan girtiye. Heke Tirkiye li aştiya xwe digere, yek ji rêyên aştiya civakî di Cizîr, Şirnex, Qileban û Colemêrgê de derbas dibe.”    ‘GEL AŞKERE DIBÊJE EM SERÊ XWE NATEWÎNIN’    Temellî bal kişand zextên li ser civakê û got: “Gel pir aşkere dibêje ‘ez gelek ji bo nasname û azadiya xwe mirî me. Ez tawîzê nadim vê yekê. Heta hûn dixwazin tundî, zext û zilmê bikin lê belê ez di vê mijarê de serê xwe ji te re natewînim. Çimkî ziman û nasnameya min û feraseta jiyana min ev e. Ez bi vê têkoşînadayîna xwe heme.’ Mirov tevî hemû zext û zordariyan jî bîr, bawerî, vîn û hêza gel dibîne.”    ‘GEL QEYÛMAN NAXWAZE’    Temellî da zanîn ku herî zêde gel li dijî qeyûman bi bertek û gel kêliyek jî qeyûman û polîsan li avahiyê şaredariyan naxwaze. Temellî got gel li dijî van pêkanînên qeyûman û desthilatdariyê bi bertek e û avahiyên şaredariyan şiband avahiyên qereqolên polîs û eskeran.    ‘OSO LI EFRÎNÊ ÇI DIKE, QEYÛM JÎ HEMAN TIŞTÎ LI VIR DIKE’    Temellî bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman ên bi raporên Dîwana Musahebetê re derketin û got: “Li Efrînê çawa bi destê çeteyên OSO talana zeytûnan pêk tê û dest datînin ser her tiştî û ku Tirkiye jî difiroşe, heman tiştî qeyûm jî îro li vir dikin. Dest danîne ser mal û milkên gel û li gorî dilê xwe difiroşin. Lê bila baş dizanibin em ê wan şaredariyan hemûyan yek bi yek ji wan bistînin û wan ji wir biqewirînin.”    ‘EM Ê ÎTÎRAZAN RÊXISTIN BIKIN’    Temellî diyar kir ku ew ê nelirêtî û diziya qeyûman ji her kesî re vebêjin û got: “Divê her kes bi awayek hevpar bertek li dijî vê niyeta xerab nîşan bide. Peywîra me jî ew e ku em van îtîrazan birêxistin bikin. Em ê jiyanek ku her kes dixwaze bi hev re bijî ava bikin û Komarek Demokratîk biafirînin.”    ‘JI BO DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ HILBIJARTIN GIRÎNG IN’    Temellî anî ziman ku hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an ji her hilbijartinên din cudatir e û wiha dewam kir: “Ji bo demokrasiya herêmî dibe ku bibin gavên demokratîkkirina welat. Ji ber dibe ku destpêk be. Heke di hilbijartina herêmî de muxalefeta civakî, hêzên ked û demokrasiyê û gelê me encamek baş bi dest bixe, di eslê xwe de wê bibe gavê pêvajoyek girîng a ji bo parlamento xwe ji nû ve ava bike. Ji em xwe ji vê feraseta yekperest xelas bikin, ev hilbijartin gelek girîng in. Ji ber ku niha li her cihên qeyûm lê hene ferasetek yekperest heye.”    ‘DEM DEMA BI HEV RE NEFES SITENDINÊ YE’    Temellî bal kişand ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê yên divê lezgîn bên çareserkirin û got: “Îro pirsgirêkên lezgîn bên çareserkirin li Tirkiyeyê hene. Pirsgirêka kurd û demokrasiyê ye. Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin lazim e em hemû gelên Tirkiyeyê bên gel hev. Ev bangek xwezayî ya îtîfaqê ye.  Heke ev pirsgirêk me hemûyan difetisîne, wê çaxê dem dema em hemû bi hev re nefesê sitendinê ye.”    ‘EM Ê HEWZA NAMZETAN AVA BIKIN’    Temellî bal kişand ser diyarkirina namzetên şaredariyan jî û wiha got: “Wê hewza namzetê me pêk bê. Wê hemû dînamîkên herêmî tevlî vê hewzê yanî beşdarî pêvajoya namzet diyarkirinê bibe. Hewza namzetên me di çarçoveya rêgez, yekîtiya hêzê, hevdîtin û hevpariyê de hem bi rêya komîsyonên me herêmî û hem jî ya navendî dê pêk bê. Wê hin fîltreyên cûr bi cûr jî li ber çavan bên girtin. Pişt re li ser namzetên teqez heke em li hev bikin wê demê mesele nîne. Lê bes heke em li ser namzet nabin hevpar wê demê em ê vegerin û dîsa ji gel bipirsin.”    ‘JI BO HILBIJARTINÊ ÊRÎŞÎ ROJAVA DIKE’    Temellî bal kişand ser topbarana li dijî hin gundên bajarên Rojava û got: “Ez bi bîra we bixînim. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê her roj derdiketin û li dijî Qendîlê gef dixwarin. Armanca wî ew e ‘qehremaniyê’ biafirîne ku dengê xwe zêde bike. Niha em ketin qonaxa pêvajoya hilbijartina herêmî dîsa heman gefan li dijî axa Bakurê Sûriyeyê dixwe û dest bi topbaranê kiriye. Dixwaze xwe li ser nijadperestî û faşîzmê birêve bibe. Divê bi kurdan re aştî bê heyî kirin. Hem li hundir û hem li derve. Heta hûn vê rastiyê qebûl nekin hûn nikarin siyasetê bikin. Divê demildest dest ji êrîşên li dijî Rojava berdin.”    ‘YEKÎTÎ DÊ BAZARIYÊ RAWESTÎNE’     Temellî bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û wiha got: “Yekîtiya Neteweyî ya Kurd mijarek gelek dereng jî maye. Heke kurdên li par parçeyan bi hev re neşêwirin û tabloyek giştî daneynin holê dê bazariya li dijî kurdan bi dawî nebe û pêşiya vê yekê neyê girtin.”    ‘RAKIRINA TECRÎDÊ VEKIRINA PÊŞIYA ROJHILATA NAVÎN E’    Temellî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha lê zêde kir: “Heke hûn tecrîdê rakin hûn ê pêşiya Rojhilata Navîn vekin. Ev mesele ewqas hêsan û zelal e. Ji bilî vê heta hûn dixwazin gotinan bikin, lê gotinên beredayî ne. Çimkî birêz Ocalan modelek nû pêşniyar dike. Dixwaze ji bo meseleya hebûnê çareserî bîne. Manîfestoya bi hev re jiyankirinê datîne holê. Ji ber vê yekê gelek bi qîmet e.”    ‘XELATKIRIN ÇARESER NAYNE ROJHILATA NAVÎN’    Temellî biryara xelatê ya DYA’yê ku derbarê hin rêveberên PKK’ê de girt jî nirxand û wiha got: “Her hal vana Texas difikirin. Berê filîmên wisa hebûn. Ji bo mirov bên girtin xelat dikirin. Bêguman nêzîkatiyên bi vî awayî bi tu awayî çareseriyê nayne Rojhilata Navîn. Bi aliyek xwe jî komîk e. Yên Rojhilata Navîn anîn vê rewşê hêzên süper ên Rûsya, Çîn û DYA ye. Xerxkirina şerê herî mezin a cîhanê dikin. Mirov êvarê dibihîzin ku xelatê danîne ji bo serê mirovan. Niha ev dişibe lîstîkek navîn. Divê mirov wan vexwîne midibûnê.”    MA / Selman Guzelyuz – Bêrîvan Altan