HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive 2018-11-08 10:31:34   ENQERE – HDP ji bo hilbijartina herêmî dest bi civînan dike. HDP dê di navbera 9 û 14’ê mijdarê de civînên MYK, PM, Hevserokên Bajaran û Meclîsa Jinan pêk bîne û piştî civînan dê ji bo hilbijartinê dakeve qadan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina herêmî ya tê payîn dê di 31’ê Adara 2019’an de pêk bê dest bi xebatên berfireh dike û civînên dê rojeva wan hilbijartina herêmî be amade dike. HDP a ku bû demeke xebatên hilbijartina herêmî daye destpêkirin dê di navbera 9 û 14’ê mijdarê de bi rojeva hilbijartina herêmî civînên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclîsa Partiyê (PM), Meclîsa Jinan û Hevserokên Bajaran bê lidarxistin. Wê hevserokên giştî yên partiyê jî beşdarî van civînan bibin. Têkildarî xebatên hilbijartina herêmî hemû geşedan û amadekariyan gengeşe bikin. Wê plansaziya siberojê derbixe û di çarçoveya plansaziyê de jî dê komîsyon bên avakirin.    POLÎTÎKAYA ÎTÎFAQIYÊ MIJAREK SEREKE YE    Sermijara herî girîng a civîna HDP’ê îtîfaqên bi partiyan re ye. HDP li bajarên herêmê bi partiyên kurd re û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi hêzên demokrasiyê re di nav lêgerîna îtîfaqê de ye. Hat zanîn ku dê di civînên MYK û PM de der barê van domkirina hevdîtinan de bi berfirehî nirxandin bê kirin.    JI BO CIHÊN GIRÎNG HESASIYET    Tê payîn di civînên HDP’ê de ji bo diyarkirina namzetan heta serê salê xebat bê kirin. HDP ji bo cihê ku dê bi ser bikeve hesasiyet nîşan bide û ji bo şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin jî dê li ber çavan bigire û wê di vê çarçoveyê de nazmet bide nîşandan.    KOMÎSYONA DIYARKIRINA NAMZETAN BÊ AVAKIRIN    Li bendê ye di civînan de têkildarî xebata hemû komîsyonên navendî jî aşkere bûn pêk bê û komîsyon bên avakirin. Her wiha HDP dê di van civînên xwe binçavkirin, girtin û darizandinên endam, rêveber, parlamenterên xwe jî gengeşe bike û di vî warî de dikarin çibikin dê biaxivin.    Civîna MYK’ê dê di navbera 9-10’ê mijdarê de, Meclîsa Jinan dê di 11’ê mijdarê de, civîna PM’ê dê di 12’ê mijdarê de û civîn Hevserokên Bajaran jî dê di 14’ê mijdarê de pêk bê. Piştî van civînan dê HDP ji bo xebatên hilbijartina herêmî dakeve qadan.    MA / Selman Guzelyuz