Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin 2018-11-08 10:15:11 ENQERE - Erol Katirçioglu yê HDP’î, diyar kir ku nelirêtiyên di raporên Dîwana Muhasebetê (sayiştay) de lêpirsîn baş nayin kirin û got: “Dema lêpirsîn hinek tê kûrkirin, dibin hemû nelirêtiyan de, mirovên têkiliya wan bi Teyyîp Erdogan re hene, derdikevin holê.” Nîqaşên budçeyê yên li Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê berdewam dikin. Endamê Komîsyona Budçe û Planê yê HDP’ê Parlamenterê Stenbolê Erol Katircioglu, nîqaşên li ser budçeyê nirxandin. Katircıgolu, diyar kir ku dema ew li îdîaya mêzê dikin, butçeyek 70 mîlyar TL hatiye teserûfkirin û wiha axivî: “Lê ez tu wateyê nadim vane. Budçe ji sedî 2,3 mezin bû, ger em hebûna enflasyona ji sedî 15,6 an jî ji sedî 16,1 binirxînin, wê demê ev budçeyek hatiye pevxistin. Dema ev reqem tên guhertin, tiştên cuda derdikevin holê. Wê demê budçeyek hîn zêdetir derdikeve holê.”   'HEJMARÊN BUDÇEYÊ BÊWATEN E'   Katircioglu, di dewama axaftina de wiha got: “Me derbarê hejmarên mezin dibin de, hin pirs ji Wezaretê Xizmet û Maliyê Berat Albayrak kir. Tê gotin ku hejmara mezibûna OECD’ê ji sedî 0,5 û IMF jî ji sedî 0,4 e. Lê Wezîr Albayrak jî dibêje ji sedî 2.3 ye. Tê gotin ku enflasyona ji sedî 15-16 e, lê enflasyon ji sedî 21 zêdetire. Ji ber vê yekê tu wateya vê budçeyê gel min tuneye. Ji ber ku li Tirkiyeyê hêzeke em dibêjin defakto heye. Di warê meşrûbûna hikûmetê de, xale pirsên mezin hene. Ji ber ku bi ferqek pir kêm bûn, desthilatdar.”   'NAVÊN NÊZÎ ERDOGAN PROJEYÊN WAN ÇÊKIRIN'   Katırcıoglu, derbarê nelirêtiyên di raporên Sayiştayê yên di hevdîtinan de tim tên rojevê de jî, ev tişt gotin: “Dema em raporên Sayiştay rexne  dikin, mirovên ji Sayiştayê hatine dibêjin ‘tew loo’ û piştgiriyê didin rexneyên me. Di  nirxandinê wezaretê yên sayiştayê de gelek tespîtên cuda hene. Lê bi awayekê têr û tije nehatine bibîr xistin. Mînak di budçeya Wezareta Veguhestinê de, behsa 4 razandinan tên kirin. Ev razandin li gorî rê û rêzikinên bazaran hene kirin. Tişta min fêm kir, Tayîp Erdogan bang kiriye û ev çêkirine. Di vê derê de nav û meblaxên van projeyan hene. Min merek kir ku ev proje bi kîjan şîrketan re hatiye amadekirin. Şîrketa Kolîn a nêzî Erdogan du proje girtine û du projeyên din jî, şîrketên ji îhaleyan hatine dûrxistin û di îhaleyan de fesadê kirin, girtine. Yanî sayiştay heta van deran neçûye. Ger hinekê bê lêpirsîn, dê têkiliya van mirovan ên bi Teyyîp Erdogan re derbikeve holêç. A rastîn di serê hemû tiştan de Serokkomar tê.”