HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike 2018-11-05 14:30:47   STENBOL – HDK'ê encamnameya Civîna Meclîsa Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK'ê bertek nîşanî erîşan da û got: "AKP angaşt dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji Zîrveyê girtiye êrişî Rojava dike."    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya Civîna Meclîsa Giştî ya 6'emin a Serdema 8’emîn ku duh pêk anî bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di civînê de bal kişand ser zextên li ser HDP'ê û kesen muxalif û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. HDK li ser rewşa krîza aborî jî rawestiya û xwest di rêveberiya herêmî de hemû têkilî û polîtika li ser esasê têkbirin û paşvexistina îtîfaqa AKP-MHP'ê pêş bikeve.    Encamnameya HDK'ê wiha ye:    "* Meclîsa Giştî ya HDK'ê di 4'ê mijdarê salvegera darbeya siyasî de kom bû. AKP'ê pêvajoya hevdîtinan a rê li pêş aştiyê veke, bi dawi kir û bi tunehesibandina Mutabakata Dolmabahçe dîsa rê li pêş pêvajoya şer vekiriye. Piştî AKP’ê ev darbe dest pê kir, Hevserokên HDP'ê, wekil, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP'ê jî di navde bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin. Dîl hatin girtin. Ev serdem bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ji bo serdema aştiyê pêvajoya diyalog û muzakereyan dabû destpêkirin, dest pê kir. Piştî tecrîdê hewldana 15'ê Tîrmehê pêş xistin û bi  darbeya 4'ê mijdarê berdewam kirin. Bi vê yekê polîtikayên tundî û şer xistin meriyetê û berdewam kirin. Her ku diçe zêde dibe û didome. HDK, dê li dijî van hemû polîtikayên tundiyê têkoşîna xwe bilind bike.   KRÎZ BANDORA XWE LI SER KARKER Û KEDKARAN DIKE   * Meclîsa me ya Giştî destnişan kir ku kapitalizm di nava krîza esasî de ye û di qada cîhanê de ne tenê îktîsadî ye, di heman demê de bîrdozî ye jî. Ji ber ku temenê wê kin dibe her ku diçe tundiyê zêde dike. Bandora krîza îktîsadi herî zêde li ser karker û kedkaran xwe dide der. Ji ber vê yekê pêdivî bi tarza rêxistinkirina jiyan û xebatek kolektif heye. Rêxistinbûn ji bo pêşerojê erkek lez û ferz li pêş me ye. Divê tora piştevaniyê bê rêxistinkirin. HDK, ji bo tora piştevanî û şêwirmendiyê xurt bike dê di nava hewldanan de be.    DIVÊ DI TIFAQÊN HERÊMÎ DE DAXWAZA JINÊ LI PÊŞ BE   * Meclisa me ya Giştî hilbijartina rêveberiyên herêmî bi berfirehî girt dest. Berî her tiştî ev hilbijartin ne wekî hilbijartinên berê yên herêmî ye. Ji aliyê siyasetmedarên tifaqa AKP-MHP'ê jî aşkere tînin ziman. Ji ber vê yekê divê bi perspektifên firehtir û kurtir rewşa rêveberiyên herêmî bên destgirtin. Meclîsa me di esasî de li ser paşvexistina îtifaqa AKP-MHP'e radiweste. Di rêbaza diyarkirina namzetan de jî divê heta polîtîkayên îtîfaqê û hemû stratejiyên hilbijartinan li ber çavan bê girtin û li gori wê gavên nû bên avêtin. Di rêveberiyen herêmî de ne tenê hilbijartina hevşaredaran in. Di heman demê de hilbijartina endamên meclîsên şaredariyan, meclîsên bajaran û muxtarên tax û gundan e jî. Berî her tiştî dixwazin gelê herêmê ji siyaset û hilbijartinan dûr bixe. Dixwazin mafê gelê herêmê yê hilbijartinê ji destê wan bigire. Ger ku hemû şaredariyan desteser bike û qeyûm tayin bike jî dîsa dê gelê me mafê xwe yê hilbijartinê biparêze û şaredariyan bi destê qeyûman de bernade. Gelê herêmê dê heta dawî aştî, demokrasî û berxwedanê biparêze. Polîtîkaya me ya vê serdemê, tenê bi rê, rêbaz û modelên xizmeta bi sînor namîne. Ev rêbaz kêm e. Berî her tiştî dê cih bide daxwaz, herîn û polîtîkaya jinê jî. Daxwaz û namzetên jinan dê esas bê girtin.   DI 25'Ê MIJDARÊ DE DÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN   * Îktîdara AKP'ê mafê heyî yê jinan tev ji destê wan girtiye. Dixwazin rê li pêş rêxistinbûna jinan bigirin. Ev polîtîkayên tirpankirina mafê jinê didome. Zêdeyî 60 aktivîstên TJA hatin binçavkirin û bi dehan hatin girtin. Ev li dijî têkoşîna wekhev û azadiyê ya jinan êrîşek e. Dîsa nefeqeya jinên ku hevjînên xwe berdan bi 5 salan bi sînor dike û dixwazin dîsa jinan muhtacî mêr bikin. Navenda  me ya Jinan dê di 25'ê mijdarê de li dijî tundiyê têbikoşe. Dê li dijî tundiyê têkoşînê bilind bike.    BERXWEDANA KOBANÊ BÛ SEMBOL   * Meclisa me ya Giştî bal kişand ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û diyar kir ku Kobanê  bûye sembol û nirxên neteweyî ava kiriye.    ROJAVA NE GEF E    * Meclîsa me ya Giştî diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK'ê bertek nîşanî erîşan da û got: "AKP angaşt dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji Zîrveyê girtiye êrişî Rojava dike."