Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye 2018-11-03 14:25:22 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di Lîjneya Giştî ya ÎHD’ê de axivî û banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir û got: “Hemû meseleyên me hevpar in. Çareseriya meseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye.”  Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di Lîjneya Giştî ya 19’emîn a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de axivî. Temellî got têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ÎHD’ê dê hêz bide wan û pêşengiyê ji wan re bike.    Temelî bal kişand ser têkoşîna 32 salan a ÎHD’ê û got: “Dema em li vî 32 salî dinêrin Vedat Aydin, Tahîr Elçî, Mehmet Sîncar û me bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Gelek hevalên me bedelên giran dan. Em bi binpêkirina mafan ên micid re hevrû man. Ez li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim.”    ‘HEKE TU SAQOYÊ SEROKOMAR JÎ NEECIBÎNÎ DIBE SÛC’    Temellî anî ziman ku azadiya xwe îfadekirinê ji binî hatiye rakirin û wiha domand: “Em bi sehneyên wisa henokakan re rû bi rû dimînin. Îro herî zêde ‘heqareta li dijî serokomar’ dikin hincet û doz vedikin. Heke kesek saqoyê Serokomar jî ne ecibîne dibe mijara dozê. Dema em li dijî vê yekê têdikoşin jî cewleta ceberut şidetê li me dike. Zextan li me dikin lê em ê serê xwe netewînin. Em ê bi Dayikên Şemiyê û Aştiyê re têbikoşin. Qada Galatasarayê heqîqet e û meydana bîrê ye. Em ê dev jê bernedin.”    ‘DEM NE DEMA YEKGIRTINA MUXALEFETÊ YE’    Temellî banga têkoşîna hevpar li muxalefeta civakî kir û got: “Îro faşîzmek vekirî pêk tê. Êdî dem dema em li hev kom bibin. Êdî dem ne ew dema ku em li dijî hev muxalefetê bikin. Êdî dem dema hemû muxalefet li dijî vê desthilatdariya faşîst bibe yek sîwan û li dij derkeve ye. Heke em li pêşiya vê nebin asteng dê faşîzm were ber derê we jî.”    ‘HIQÛQA REHÎNEYÊ PÊK TÎNIN’   Temellî axaftina xwe dewam kir: “Operasyona li dijî siyaseta me ya di 4’ê Mijdarê de darbe ye. Dema Demîrtaş, Yuksekdag û Baluken û hevalên me din girtin darbeyek mezin li siyasetê xistin. Li Tirkiyeyê hiqûqa dîl girtinê pêk tê. Tu eleqeya vê pêvajoyê bi hiqûqê re nîne. Ev du sal e hêj nayê zanîn ku hevalên me bi çi tên sûcdarkirin. Tenê ne hevalên me wekîl, qeyûm tayînî 96 şaredariyên me kirin û hevşaredarên me, bi sedan siaysetmedar û hevalên me girtî ne. Ji 6 hezarî zêdetir endam û xebatkarên me di hepsê de ne. Tevî van hemû girtinan û krîmînalîzekirinan jî hevalên me girtî hêz didin me.”    ‘HEMÛ MESELE Û ÇARESERÎ HEVPAR IN’    Temellî destnîşan kir ku îro tê xwestin hemû qadên azadiyê ji holê rabikin û got: “Xesbûn û şidetê dixwazin li ser hemû gelan rewa bikin. Navê vê meseleyê meseleya kurd e. Meseleya kurd meseleya hevpar a hemû aliyan e. Îro hemû mafê jinan û kedkaran tê binpêkirin. Tundî li wan tê kirin. Dixwazin bi şerê li dijî kurdan hebûna kurdan ji holê bê rakirin û dijminahiyê li dijî kurdan bilind dikin. Hemû meseleyên me hevpar in û çareserî jî hevpar e. Çareseriya meseleya kurd çarseriya meseleya demokrasiyê ye. Meseleya kurd êdî meseleyek kurewî ye.”