Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be 2018-11-03 10:35:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku îro şert û derfetên ku li Tirkiye îktîdarê biguherîne heye, lê hemû hêzên muxalif vê yekê pêk nîne û wiha got: “Divê em ne bi kesan re, bi îktidarê re têbikoşin. Divê HDP jî li bajarên Rojava endamê rêveberiya meclîsên şaredariyan be.    Tirkiye ku piştî ket nava krîza aborî hilbijartina Serokomarî û meclîsa giştî pêş wext pêk anî û di 24'ê Heziranê de pêk anî. Îktîdara ku berê bi tena serê xwe diket hilbijartinê bi tirsa ku winda bike bi MHP'ê re îtîfaqa cumhur ava kir. Lê dîsa encama ku dixwest bi dest nexist. Niha jî li pêş wê hilbijartina rêveberiyên herêmî heye. Dê di 31'ê Adara 2019’an de hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk bîne. AKP û MHP ku berê li dijî hemû hêzên muxalif bûbûn yek û bi hêza dewletê diketin hilbijartinê. Niha nakokiyên di nava wan de zêde dibe. Îktîdara AKP'ê û şirîkê wê MHP ku li ser mijarên "Efû" û "Sonda xwendekaran" nabin yek niqaşên nakok ên li ser namzetan kûr dibe. AKP biryar da ku vê carê bi namzetên xwe têkeve hilbijartina rêveberiyên herêmî. Der barê îtîfaqa AKP û MHP'ê, rewşa Tirkiye û sekna HDP'ê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ji Ajansa Mezopotamya re nirxandinên girîn kirin.    Hamzaoglu, anî ziman ku di pêvajoya ku krîza aborî ew qas bandora neyînî li ser mirov û civakê çê dike, wekî rêxistinên muxalif beriya li ser hilbijartina rêveberiya herêmî rawestin divê berî her tiştî krîza aborî bikin rojev, li ser niqaş bikin û bi projeyan çareseriyê ava bikin û bi rêveberiyên herêmî parve bikin. Hamzaoglu, da zanîn ku ger ku krîza aborî nexin rojevê û li şûna wê rêveberiyên herêmî bikin rojev, kêmasiyek mezin e û wiha got: "Ez wekî şexs beyê ku li çareseriya krîza aborî bigerin namzet û hilbijartinê bikim rojev şaşiya siyasetê dibînim. Me bi hevre dit. Hêza muxalif hilbijartina 24'ê Hezîranê wekî ‘hilbijartina pêşwext û zordest' pênase kir. Xwest bandora krîza aborî li ser sindoqan xwe nede der. Ez wekî şexs beşdarî pênaseya 'Kriza aborî' nabim. Krîza bingehîn û li hemû cîhanê belav bûye heye. Li welatê kapitalist û Tirkiye rengvedana wê heye. Tirkiye di sala 2011’an de jî ket krîzê. Lê wekî niha neket rewşa ku nikaribe deynê xwe bide. Dowîz heta ji sedî 70 zêde bû. Wekî ku dadikeve xuya dibe, lê disa li gorî salên borî pir zêde ye. Li gorî salên borî ji sedî 60 devaluasyon heye. Enflasyon  jî bi heman rengî."    'HIKÛMET DIXWAZE HILBIJARTINÊ BIKE ROJEA SEREKE Û KRÎZÊ BINCIL BIKE'     Hamzaoglu, da zanîn ku di pêvajoyek wisa de Serokomar û îktîdar dixwaze hilbijartinê bike rojeva sereke û ser krîzê bincil bike. Hamzaoglu, da zanîn ku divê berî her tiştî li ser krîzê niqaş bên kirin. Krîz çiye, sedema wê û çareseriya wê çiye bên niqaş kirin. Niha 463 milyar dolar deynê Tirkiye heye. Para hikûmetê di vî deynî de pir zêde ye. Ji vî deynî 270 milyar deyne şîrketên taybet in. Lê tevî vê rastiyê dixwaze vî deynî bi welatiyan bide dayîn. Divê mirov vê rastiyê bi gel re parve bike. Divê mirov bêje ku hemû çavkaniyên Tirkiye pêşkeşî dewletên derve dike. Pêwiste mirov peymanên yên der barê Pira 3'emîn, Pira Tup a Avrasya, Rêya Bejayî, Nexweşxaneyên Bajar  yên ku di asta dowîz de hatine îmzekirin, lêkolîn bike û têxe nava lêpirsînê. Em mexdûrên rençberên pinçarê şekir û firotina fabrîqeyên şekir dibînin. Ev qad êdî hat girtin."     DIVÊ HDP LI BAJARÊN KURDAN BI TECRÛBE, HEMÛ HÊZ Û RÊXISTINA XWE DERÎ BI DERÎ BIGERE    Hamzaoglu, xwest HDP li bajarê kurdan, bi hemû hêz û rêxistina xwe bi namzetên ku ji nava gel derketine, bi tevlêbûn û tecrûbeyên kesên berê hatin hilbijartin re, li hemû deriyan bigerin û namzetên meclisan diyar bikin û piştre namzetan ji nava wan hilbijêrin. Hevkariya AKP-MHP tu bingeh ava nekir. Tenê 2 kes ava kirin. Di nava AKP û MHP’ê de gotina yek zilamî esas tê girtin. Îro AKP û MHP mecbûrê hev mane. Yek bêyî yê din nikare bijî. Di pêvajoyek wisa de divê HDP li bajarê kurdan bi hemû hêza xwe derî bi derî xebatê bike. Divê em meclîsên xurt ên şaredariyan ava bikin. Berî her tiştî divê em hêza îktidara AKP-MHP'ê li vî welatî bitemirînin. Em namzetan diyar nakin. Em tenê li bajarên Tirkiye berendamên meclîsê şaredariyên Bajaran in. Em karibin bêjin kadroyên me yên bi hêz hene û vê yekê bi cemaweriya Tirkiyeyê re parve bikin. Berî her tiştî armanca me divê têkçûna îktidarê be. Divê em îktîdarê bişînin. Divê îktîdar berî her tiştî li Stenbol, Enqere, Antalya û Edeneyê winda bike. Tivê tekoşîna me ne bi kesan re be. Divê têkoşîna me bi îktîdarê re be."     HER KU XIZANÎ ZÊDE BIBE TEVGER DÊ ZÊDETIR BIBE   Hamzaoglu, da zanîn niha liv û tevgerek xuya dibe û her xizanî zêde bibe dê ev tevger zêdetir bibe. Hamzaoglu, anî ziman ku her mirov ji kar tên avêtin bêtir dengê "êdî bes e" bilind dibe û wiha got: "Ev firsendek e. Em ne namzetin, em namzetên meclîsan in. Divê em li wan meclîsan mirovên ku gel bi şik û guman nêzî wan bibe nedin nîşan. Kesên ku hemû gelan hembêz bikin û ji pirsgirêkê her kesî re bibe bersîv derxin. Divê em vê hêzê bi gel bidin xuyakirin. Pêdiviya gelên Tirkiye bi vê yekê heye. Mesele divê em biçin piştgiriyê bidin karkerên Balafirgeha 3'emîn. Lê mixanbin rêya vê yekê li pêş me tê girtin. Lê di bingehê de liv û tevgerek heye. Her ku xizanî zêde bibe ev tevger dê zêdetir bibe. Ez yekîtiya gelan girîng dibînim. "    HDP WINDA LI TU TERAN WINDA NEKIRIYE   Hamzaoglu, herî dawî da zanîn ku li gorî encama hilbijartinê HDP’ê ne li bajarên Tirkiye û ne jî li bajarên kurdan li tu deran winda nekiriye û xwest bi taybetî li bajarên kurdan partiyên kurdan bêtir bibin yek û li xwe xwedî derkevin û wiha got: "Êm dê li ser butçeya giştî xebatê bikin. Em dê vê butçeya giştî deşîfre bikin. Em dê butçeya îsal û salên berê bînin hemberî hev. Nêzî 2 milyon butçeya Serokomar heye. Nêzî 48 milyon butçeya Wezîrê Tenduristiyê heye. Bifikirin ji bo avahiyekê û rêveberia wê 80 milyon e. Qasî butçeya tenduristiyê ye. Em dê van rastî û nakokiyan ji gel re bêjin. Em wekî HDK'ê dê bi lez vê yekê ji gel re bêjin."    MA / Omer Çelik - Mehmet Şah Oruç