Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir 2018-10-31 15:48:11   ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ziyaret kir û got: “Têkoşîna demokrasiyê zor e, lê em ê teqez di têkoşîna xwe de biserkevin.”    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ziyaret kir. Ziyaret li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hat û serdanê satek dom kir. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Beriya civînê her du hevserokan jî axaftinên kurt kir.    ‘SERDAN JI BO ME GIRÎNG E’    Buldan bi boneya serdanê ji ÎHD’ê re spasiyê xwe kir û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi van serdanên wiha heye. Ji bo gelên Tirkiyeyê ziyaretên wisa muhîm in. Di heman demê de kongreya ÎHD’ê nêz dibe. Kongre di 3’ê mijdarê de pêk tê û ji hevalên dê bên bijartin re serkeftin dixwazim. Têkoşîna dûr û dirêj ÎHD’ê ji bo aştî û demokrasî were Tirkiyeyê girîng e. Carek din em ji wan re dibêjin bi xêr hatin.”    ‘HDP RÊBERIYA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DIKE’   Pişt re Hevserok Turkdogan jî axivî û wiha got: “HDP li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û aştiyê dide. Ji bo vê têkoşînê partiyek girînge. Heta mirov dikare bêje ku rêberiya vê têkoşînê dike. Li Tirkiyeyê dayîna têkoşîna ji bo demokrasiyê ne hêsan e. Dema em têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê birêve dibin her tim em zextên giran ên li ser HDP’ê bi bîr dixin. Her roj gelek endam û rêveberên wan tên binçavkirin û girtin. Mixabin her tim di mijara îfadeya azadiyê de tên sûcdarkirin. Ev pêkanîn bênavber tên serê HDP’ê. Ne pêkan e mirov van pêkanînên dijwar qebûl bike. Em ji bo geşedanên di rojevê de û kongreya xwe hatin ziyaretê.   Têkoşîna demokrasiyê zor e, lê em ê teqez di têkoşîna xwe de bi ser bikevin. Her wiha dîsa em bi hêvî ne ku Tirkiye bikeve pêvajoya aştî û çareseriyê. Em ê li dijî polîtîkaya şer polîtîkaya aştî û demokrasiyê birêve bibin.”