HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2018-10-27 16:25:35   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku divê 8 kesên li Enqerê hatin binçavkirin bên berdan û got: “Em ê binkeftina desthilatdariyê, di 31’ê Adara 2019’an de, carek din nîşanî wan  bidin.”   Li Enqerê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, Parlamenterê HDP’ê yê Riha yê berê Îbrahîm Bînîcî û Endamê Desteya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Alî Riza Yurtsever jî, dinav de 8 HDP’ê hatin binçavkirin.     ‘OPERASYON NE HIQÛQIYE’    Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî binçavkirinên li Enqerê da. Başaran di daxuyaniya da de wiha got: “Ev operasyonên teslîm girtinê ne. operasyonên tên li darxistin ne hiqûqî ne. Ev operasyon û êrîşên siyasî çawan ku  di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an, 16’ê Nîsana 2017’an û 24’ê Hezîrana 2018’an de bi ser neketin, dê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de jî bi ser nekeve. Divê desthilatedariya AKP’ê êdî dest ji van rêbazên xwe ber de. Hevalên me yên hatin binçavkirin divê dimildest bên berdan. Her ku diçe AKP bin dikeve. Em ê binkeftina desthilatdariyê, di 31’ê Adara 2019’an de, carek din nîşanî wan bidin. Em ê li dijî van girtin û binçavkirinên keyfî û nehiqûqî dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk û hiqûqî bernedin.”