Kaçmaz: Bi tecrîdê yekîtiya netewî jî tê astengkirin 2018-10-26 09:25:39 AMED – Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku armanceke tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî astengkirina pêkanîna yekîtiya netewî ye û got: "Tecrîd rê li ber yekîtiya netewî digire."  Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bal kişand ser yekîtiya netewî ya kurd û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kaçmaz, destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan, rê li ber yekîtiya netewî ya kurd tê girtin.    Kaçmaz, diyar kir ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û HDP heta niha ji bo yekîtiya netewî hin pêwendî danîne, hin civîn û konferans jî hatine çêkirin lê belê dîsa jî encameke baş derneketiye holê.      Kaçmaz, bilêv kir ku li Rojhilata Navîn alozî û krîzeke mezin heye û herî zêd ev pêvajo tesîrê li Kurdan dike û ji bo kurd di vê pêvajoyê de bi ser biekvin, divê demildest yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.    Her wiha Kaçmaz bal kişand ser astengiyên li pêş yekîtiya netewî jî. Kaçmaz, bilêv kir ku PDK bi polîtîkaya xwe ya heyî ji bo vê dibe asteng û ji bo ev yek ji holê rabe divê partî û sazî bi awayekî hevpar tev bigerin.    ‘ÇARE YEKÎTÎ YE'    Kaçmaz, destnîşan kir ku îktîdarên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ji bo parastina statûkoya xwe rê li ber yekîtiya netewî ya kurd digirin û got: "Armanc ew e ku bi pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd, di pêşerojê de kurd bi reflekseke hevpar tev bigerin. Lê belê ev welat bi ferasetên xwe yên tekparêz û nîjadperest vê yekêa steng dikin û naxwazin kurd bibin xwedî statu."    Kaçmaz, diyar kir ku li hemberî herçar dewletan divê partî û saziyên kurd kongreya netewî li dar bixin û yekîtiya xwe îlan bikin. Kaçmaz, anî ziman ku tekane çareserî û xelasî ev e.    ‘BI TECRÎDÊ RÊ DIGIRIN'    Kaçmaz, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan yekîtiya netewî ya kurd jî asteng dike. Kaçma got: "Birêz Ocalan ji bo çareserkirina krîza Rojhilata Navîn xwedî gelek projeyan e. Bi peyamên xwe niha jî dikare kurdan li nêvengeke hevpar bîne cem hevdu. Lê ji bo ev rewş bê astengkirin, bi awayekî bêhiqûqî tê tecrîdkirin. Dema tu cidiyeta dewletê nemîne, tecrîdê disepîne. Bi vê tecrîdkirinê rê li ber yekîtiya netewî tê girtin."    Kaçmaz ji bo yekîtiya netewî bang li hemû sazî û dezgehên kurd kir û xwest herkes bi berpirsiyarî tev bigere.