Yenî Şafakê karsazên kurd kirin hedef 2018-10-25 09:27:22   AMED - Rojnameya Yenî Şafakê bi sernavê "Dora karsazên PKK'yî ye" nûçeyek serwîs kiribû. Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî vê yekê da û got: "Eger li partiyeke ku bi pereyên mezin kar dikirin digerin, nexwe bila li partiya îktîdarê û alîgirên wê binerin."    Rojnameya Yenî Şafakê ku nêzî hikûmetê ye di 23'yê Cotmehê de bi sernavê "Dora karsazên PKK'yî ye" nûçeyek serwîs kir. Bi vê nûçeyê sinyalên ku dê li hemberî karsazên kurd operasyon bên kirin hat dayîn. Her wiha di 22'yê Hezîrana 2017'an de bi hinceta "alîkariya KCK'ê kriine" li hemberî karsazên kurd operasyonek hatibû kirin û 13 karsaz hatibûn binçavkirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk mizraki bertek nîşanî vê yekê da.    ‘JI BÊHNSTENDINA ME JÎ NERIHET DIBIN'    Mizrakli, ji bo nûçeya hat serwîskirin got: "Êrîşa li hemberî hemû saziyên kurdan e." Mizrakli, bilêv kir ku şerê topyekûn ê di 24'ê Hezîrana 2015'an de ket dewrê didome û got: "Di nêvengeke wisa de têgînên wek hiqûq û demokrasiyê hatin berbakirin. Her wiha ji bêhnstendina me jî nerihet dibin. Êrîşeke ku hemû civakîbûyîna me hedef girtiye. Rûxandin û şewitandina bajaran têr nekir, niha jî êrîşî hemû aktîvîteyên zindî yên erdnîgariya me dikin."    Mizrakli bal kişand operasyona 9'ê Cotmehê ya li Amedê hat kirin û got: "Êrîşî saziyên me yên siyasî, saziyên me yên civaka sivîl û hemû civakîbûyîna me dikin. Du sal berê jî li hemberî karsazan operasyonên bi vî rengî hatin kirin. Sibê rabin êrîşî kewarên mêşan bikin û bêjin mêşên hunguv derî qanûnê ne qet heyir nemînin. Ev ne ehlaqî ne jî mirovî ye."    ‘BILA LI ÎKTÎDARÊ BINERIN'    Mizrakli got: "HDP, bi civakîbûyîna xwe xwe xwedî dike. HDP ranabe 100 hezar lîreyî ji karsazekî nastîne, HDP ji sed hezar mirovî herkê lîreyekê distîne û xwe ava dike. Hemû çalakiyên xwe bi derfetên kêm dike. Eger li partiyeke ku bi pereyên mezin kar dikirin digerin, nexwe bila li partiya îktîdarê û alîgirên wê ku daxilî îhaleyên mezin dibin û pereyên mezin distînin binerin. Operasyonên ku HDP'ê krîmînalîze dikin ne ehlaqî û ne jî hiqûqî ne."    ‘ROJNAMEYA YENÎ ŞAFAKÊ TETIKÊŞ E'    Mizrakli, diyar kir ku rojnameya Yenî Şafakê ketiye weziyeta "tetikêşiyê" û got: "Beriya hin tişt bibin nûçeya wê çêdikin û bi vî awayî dixwazin tesîrê li civakê bikin. Ji dêvla ku bi rêya çapemeniyê radigihînin û dibêjin em ê oeprasyonan bikin, bila rahêlin megafonê û li nav bajêr bigerin û bêjin em ê operasyonê bikin. Temam bila operasyonê bikin, dê çi bi dest wan bikeve. Ew dikarin bi gefxwarin, şantaj û tirsê mirovan binçav bikin û bigirtin. Lê operasyon bêhûde ne. Li holê ne sûcdariyek heye ne jî tiştekî derî qanûnî. Hemû avanî û saziyên li derdora partiya me rewa û hiqûqî ne."    MA / Ozgur Paksoy