Temellî: Di hilbijartina herêmî de divê em xwe ji şerma demokrasiyê rizgar bikin 2018-10-24 16:31:05 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, çû serdama sendîkaya Kar a Şaredariyan û got: “Hilbijartina herêmî fersendeke. Di hilbijartinê de, divê em xwe ji şerma demokrasiyê û qeyûman rizgar bikin.”   Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî û şandeya pêre, çûn serdana Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî û Şaredariyên Tirkiyeyê (Belediye Îş) a girêdayî Turk-Îş’ê. Şandeya HDP’ê li navenda giştî ya Sendîkayê, ji aliyê Serokê Giştî yê Sendîkayê Nîhat Yurdakul ve hat pêşwazîkirin.    ‘EM DIKARIN XWE JI ŞERMA DEMOKRASIYÊ RIZGAR BIKIN’   Temellî, di serdamê de axivî û wiha got: “Em ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin, lê mixabin li Tirkiyeyê em bi pirsgirêkên cîdî re rû bi rû ne. Bi tayîn kirina qeyûman re, di warê demokrasiyê de pirsgirêkên cîdî hatin jiyîn. Li pêşiya me fersendek mezin heye. Bi hilbijartina herêmî re em dikarin welat ji vê şermê rizgar bikin. Em vê weke şerma demokrasiyê dibînin. Qeyûm tê wateya xespê. Bi qeyûman mafê kedkaran ji wan didizin.”   Temellî, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û wiha got: “Barê vê krîzê divê ne kedkar û karker, kesên ev krîz avakirin hilgirin. Ji bo aştî û demokrasiyê divê em têkoşînek hevpar bi rêve bibin. Divê em ji bo pirsgirêka gelê Kurd û pirsgirêkên kedkaran bi aqîl û vînek hevpar çareser bikin. Baweriya me vê yekê tê. Bi vê boneyê me xwest em vê mijarê bi were binirxîn in û em bêjin heya dawiyê em ê piştgirî bidin têkoşîna kedkaran.”   YURDAKUL: ÊRÎŞ LI SER SENDÎKAYAN HENE   Serokê Giştî yê Karê Şaredariyê Nîhat Yurdakul jî, keyfxweşiya xwe ya  ji bo serdana şandeya HDP’ê anî ziman û got: “Kesên di sendîkayê de cih digirin, divê eleqeyê nîşanî hemû pirsgirêkên welat bidin. Pirsgirêka sereke ya welat demokrasî û azadiye. Îro hemû pêkhateyên welatn dibin êrîşan dene.”    Hevdîtin dûre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.