Bîlgen muxalefetê hişyar kir: Bi vê krîzê re divê muxalefet nekeve nav xemsariyê 2018-10-24 11:20:46 ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen krîza di navbera îtîfaqa AKP-MHP de dest pê kir nirxand û got: “Divê muxalefet ne li gorî AKP’ê li gorî daxwazên civakî pozîsyona xwe bigire. Divê muxalefet nekeve nav tiraliya çawa bibe jî îtîfak tune ye û pêdiviya min jî bi kesî nîne.”    Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen daxuyaniya “Di hilbijartina herêmî de lêgerîna me ya îtîfaqê nîne” ya Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û daxuyaniya “Her kes bi rêya xwe ve” ya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan nirxand. Bîlgen têkildarî daxuyaniya Bahçelî got: “Dibe ku bazariyek an jî xwe li hev kişandinek be.” Bîlgen vê şîroveyê kir: “Dibe ku tevgerbûna bi hev re jî giran ji wan re tê. Ev dij derketina wan gelo ji bo hilbijartina herêmî ye an jî ji bo meseleyek giştî ye ne diyar e. Em ê di rojên pêş de vê meseleyê bêtir zelal bibînin.”    ‘DIBE KU POLÎTÎKAYA NIJADPERISTIYÊ ZÊDETIR BIBE’    Bîlgen da zanîn ku qewimandina navbera AKP û MHP’ê divê bi çavê ji bo “pêşnûmeya efûyê” û sonda xwendekaran” lê nenêrê û got: “Divê hin bêtir li vê krîzê bê mêzekirin. Her dua liyan jî got dê di hilbijartina herêmî de li hev nekin. Xerabûna îtîfaqa AKP û MHP’ê hin bêtir AKP’ê ber bi polîtîkayên nijadperest ve jî bibe.”    ‘DIBE KU HILBIJATINA PÊŞXWEX BI XWE RE BÎNE’    Bîlgen li ser îtîfaqa AKP-MHP ya li Meclîsê dê bidome na nedome pêşdîtina xwe parve kir û wiha got: “Ez di wê baweriyê de me krîz bi giştî ye. Dibe ku ev krîz Tirkiyeyê ber bi hilbijartinek pêşwext ve jî bibe û hilbijartina pêşwêxt bikeve rojevê.”    ‘BI DEST XISTINA DENGÊN KURDAN NEPIXANDIN E’    Bîlgen bal kişand ser dengên kurdan dê AKP bistîne û got: “Heke ku bêjin ‘Ne bi MHP’ê re ne’ wê dengê kurdan bi dest bixin, hinek dibe bendewariyek nepixandinê.” Bîlgen bang li muxalefetê kir ku bi hev re tevger bikin û got: “Divê muxalefet ne li gorî AKP’ê li gorî daxwazên civakî pozîsyona xwe bigire. Divê muxalefet nekeve nav tiraliya çawa bibe jî îtîfak tune ye û pêdiviya min jî bi kesî nîne.”    MA / Dîren Yurtsever