Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal eTurk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin 2018-10-20 11:58:57   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk beşdarî Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê bûn û nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew li vir gava ewil a xebatên rêveberiyên herêmî didin destpêkirin û li pirsa "Rêveberiyek çawa, welatekî çawa, bajarekî çawa? digerin. Temelî, anî ziman ku çareserî Demokrasiya Radîkal e. Turk jî diyar kir ku tecrûbeyên wan ên 40 salan hene û xwest dersa rast ji van tecrûbeyan derxin û got: "Divê berî her tiştî em şaşiyan dubare nekin û yekitiya xwe xurt bikin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amdê dest bi “Komxebata Rêveberiyên Herêmî” kir. Komxebatê bi sernavê “Tecrûbeyên Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên li Tirkiyeyê ye.” pêk hat. Di komxebatê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, hevparên HDP’ê û partiyên Kurdan Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler û gelek kesen din amade bûn.    Ewil Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axaftin kir. Piştre Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî û siyasetmedar Ahmet Turk nirxandin kirin.     Temelî, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî yên demokratîk û pergala demokrasiya radîkal.    Axaftina Temellî ya li komxebatnê wiha ye:    EM DÊ BI HEVRE WELAT JI QEYÛMAN RIZGAR BIKIN   Ez hemû hevalên xwe yên girtî silav dikim. Ez bawer dikim ku dê di demek nêzîk de di nava me de be. Em dê bi hevre vê têkoşînê pêş bixin. Ev komxebat gava yekem a rêveberiyên herêmî ne. Em dê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre vî welatî ji şerma Qeyûman rizgar bikin. Em li bersîva pirsên "Bajarekî çawa?, Welatekî çawa û Rêveberiyek çawa? digerin. Em tenê ji bo qezençkirina şaredaran gavan navêjin. Ji bo welatekî aram û rêveberiyek demokratîk em gavan davêjin.    Ger ku ev îktîdara ceberûd her roj êrîşî me dike, sedema wê têkoşîna me ya aştî, demokratîk heye. Em dê bi hevre vê pêvajoya li pêş xwe biaxivin û bi hevre bername û planê çêkin. Me bi israr û inat got. Me got li vî welatî heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin pirsgirêk nayê guhertin. Li vî welatî pirsgirêka kurd pirsgirêka demokrasî, aştî û Tirkiyeyê ye. Ev îktîdar li şuna çareseriyê gavan bavêje, bêtir pirsgirêkê kûr dîke. Îktîdara ku li ser şer û rantê xwe mezin dike heye. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo hemû pirsgirêkan em hatine cem hev.    TECRÎDA ÎMRALIYÊ PIRSGIRÊKA SEREKE YE   Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka sereke ye. Tecrîda li Îmraliyê tecrida li ser hemû gelan e. Li ser vîna gelê kurd e. Îro bi dîlgirtina hevalên me êrîşî siyaseta demokratîk dikin. Ev îktîdara bi destpotiyê xwe bi rêve dibe hemû mafên me yên aborî ji destê me digire. Divê em çi bikin çawa bikin bibersivine. Divê em xwe bigînin hemû beşên civakê û têkoşina xwe û wan bi hevre bikin yek. Wan tev li tekoşînê bikin.  Divê em li dijî feraseta qeyûman rêveberiyên herêmî û demokrasiya radîkal pêş bixin. Divê em bi cudahî û rengên cuda yên Tirkiye bên cem hev û bi hevre bibeşin. Neteweta demokratîk komara demokratîk xurt bikin. Divê em di bin baneyên demokrasiya Radîkal de têkoşînê pêş bixin.  Ji bo di qada aborî û siyasetê de em pirsgirêkan derbas bikin divê em demokrasiya herêmî û demokrasiya radîkal xurt bikin û pêş bixin. Ev pergal ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, Tirkiye û hemû rojhilata navîn çareserî ye. Em hemû kesî dawetî têkoşîna Demokrasiya Radîkal dikin.   KOMELEYA SARMAŞIK KU XIZMET DIDA 32 HEZAR XIZANAN GIRTIN   Divê em karker, cotkar, esnaf û hemû beşên civakê milê xwe bidin hev û aqilê hevpar ava bikin. Divê em neqşeya dîrokî, çandî biparêzin. Em dê aştiya civakî û bajarî pêş bixin. Ya ku me li cem hev digire û hebûna me xurt dike aştiya civakî ye. Îktîdrar ji bo xwe li ser piyan bihêle artêşa betalan ava dike. Zextan li ser civakê zêde dike. Nirxên vî welatî bazarî derve dike. Hemû hevalên me yên girtî ji bo hezkirina xwe girtî ne. Heta azad bibin têkoşîna me dê bi biryar bidome. Komeleya Sarmaşik xwe digîne 32 hezar mirovan. Ev 32 hezar mirov xizanê herî zêde pêdiviya wan bi zexîre hebûn. Ev komele hewl dida xwe bêtir bigîne xizanan. Lê hat girtin. Ev îktîdara ku xwe wekî bi xizmeta civakî heyî nîşan dide, dijberî vê yekê bi desteserkirina mafê civakî hebûna xwe berdewam dike.    EM DÊ BI NAVÊ XWE Û NASNAMEYA XWE MAMOSTETÎ Û BIJÎŞKTIYÊ BIKIN   Niha dixwazin ku em bi nasname, ziman û navê xwe xizmetê nekin. Lê em dibêjin armanca reveberiya herêmî demokrasî ye. Em dê bi nasnameya xwe jî û bi navê xwe jî xizmeta civakî bikin. Em dê mamostetiyê jî û bijîşktiyê jî bikin. Em ji bo bajarê xwe, pêşeroja xwe biparêzin em tên. Em dê dawî li hemû desteserkirinan bînin. Ji bo em li pêşeroja xwe xwedî derkevin divê em dawî li polîtîkayên îktîdarê bînin. Ji bo vê yekê em bang li hemû gelan û rengan, bang li hemû bawerî û fikran dikin ku em tev bên cem hev. Ji bo em li pêşeroja xwe û bajarê xwe xwedi derkevin em îtîfaqa gelan ava bikin. Em hem dema namzetên xwe û rêveberiya xwe diyar bikin, em dê nêzîkatiya civakê li ber çavan bigirin. Divê em namzetan nexin bêşbirbgê. Divê em li ser namzan bibin yek. Em dê aştî, demorasiyê bînin vî welatî. Ji bo azadiyê emê têbikoşin."    TURK: ŞENSÊ ME YÊN EM ŞAŞIYAN BIKIN TUNE    Turk jî di komxebatê de kurt axivî û wiha got:    Encama têkoşîna 40 salan li holê ye. Em niha li hemberî îktîdara ku hewl dide tekoşîna me û destkeftiyên me ji holê rake têdikoşin. Tişta ku para me em têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û mezin bikin. Tevî hemû şaşî û kêmasiyên me, gel ji bo ku em biryara rast bidin ji me bi heviye. Divê em hemû şaşî û kemasiyên xwe rast tespît bikin û bi şertê ku carek din em şaşiyan nekin divê em gavan bavêjin. Îro wekilên me, hevşaredarên me û siyasetmedarên me girtî ne. Em di van şertan de diçin xebatên rêvebriya herêmî. Tu şensa me ya em şaşiyan bikin tune. Divê hemû xebatkarên me dakevin nava gel. Ger ku em bêyî gel biryaran bistînin em dê encamek baş bi dest nexin. Divê em hemû niqaşan bimeşînin û amadekariya xwe xurt bikin.   GEL TU CARÎ TAWÎZ NEDAYE   Em dibînin ku gelê me tevî her tiştî tawîz nedaye. Dema diçe ser sindoqan li têkoşîna demokrasiyê û li bedelên xwe xwedî derdikeve. Em hemû xwedî berpirsiyar in. Ev têkoşîna 40 salan in. Keda ku HEP, DEP, HADEP'ê heye. Bedelê Vedat Aydin, Mehmet Sîncar, A. Muhsin Melik û gelek kesên din heye. Divê em xurt bixebitin. Bi rêxistin bixebitin. Berî her tiştî pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Dema ku di serdema Suleyman Demîrel de wekîl bûn, ji ber ku Suleyman Demîrel, Stenbol, Îzmîr û bajarên din ên mezin winda kir îktîdar jî winda kir. Ji ber vê yekê divê em ji girîngiyê bidin tifaqa li van bajaran û xebatên xwe li vir xurt bikin."