Navê partiya Meral Akşener diyar bû 2017-10-25 12:30:56 ENQERE – “Partiya Îyî (Partiya Baş)” ku bi pêşengiya Meral Akşener a ku ji MHP’ê veqetiya hat avakirin. Ji bo avakirina “Partiya Îyî” serî li Wezareta Karê Hundir dan.  Meral Akşener ji Partiya Tevgera Nijadperestan (MHP) veqetiyabû û demek dirêj e ji bo avakirina partiyek nû dixebitî. Akşener û yên pê re partiyek nû avakirin. Akşener û heyeta xwe çûn Wezareta Karê Hundir û ji bo “Partiya Îyî (Partiya Baş)” ji bo sazkirinê daxwaznameya qebûlkirina partiyê dan wezaretê.  Dirûşmeya vê partiyê “Tirkiye dê baş bibe” ye û bernameya xwe li ser 8 armancên bingehîn amade kir.