Ozturk: Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be Yuksekdag: Faşîzmê nekarîbû vîna me bişkîne 2018-10-13 15:20:12 ENQERE - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di kongreya SYKP'ê de axivî û got: "Bi tecrîdkirina Ocalan şer bêtir kûr bû. Lê çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be. Siyasetmedar Fîgen Yuksekdag jî ji girtîgehê peyam şand û got: "Her çend Faşizm me dîl bigire jî vîna me neşikand û nikare bişkîne."    Partiya Ji Nûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Akar International li dar xist. Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Rizgariya Lubnanê Ahmet Dagher, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Eniya Gel a Tunusê Walid Abbasî, Endamê Navenda Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Abu Alî Hasan, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Partiya Hinçak a Demokrata Sosyal a Ermen Îskandar Keuchkarian, Hevberdevka HDK’ê Gûlîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Kubilay Gunay, wekîlên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy û Tulay Hatimogullari, rêveberên ESP, Partiya Kesk a Çep, DÎSK, KESK û gellek kes beşdarî kongreyê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê peyam şand. Endama Dîwanê Sevîl Topaloglu peyama Yuksekdag xwend. Yuksekdag, di peyama xwe de wiha got: "Her çend em ji hev dûr bin jî em di zindanên faşizmê de dilê me di heman xetê de ye. Her çend em di pêvajoya zext, tundî, binçavkirin, girtin û girtina karkeran re derbas bibin jî em dê bi ser bikevin.  Tevi hemû zextan kongreya 3’emîn nîşana serkeftina me ye. Her çend Faşizm û qesr me dîl bigire jî bi ser neketiye û nikare bi ser bikeve. Nikare fikrên me dîl bigire. Nikare HDP’ê tune bike. Nikare têkoşîna me ya hevpar asteng bike Ez bi baweriya ku em bi berxwedanê bi ser bikevin we û mêvanên we silav dikim."    150 HEVALÊN ME HATIN BINÇAVKIRIN   Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay jî diyar kir ku kapîtalizm li hemû cîhanê di nava krîzê de dijî. Kemalbay, da zanîn ku kapîtalîzm dixwaze li ser pişta kedkaran xwe ji vê krîzê xelas bike. Kemalbay, bal kişand ser zextên li ser partiya xwe û wiha got: "Di rojên dawî de 150 hevalên me hatin binçavkirin. Ev nîşan dide ku bi van binçavkirinan dixwazin pergala xwe ya yek zilamî bikin sazî û bi rêxistin bikin. Lê em dê bêtir têbikoşin û em dê xwe bêtir xurt bikin. Em dizanin ku referanduma 16'ê nîsanê ne rewa ye. Hemû bi zext û lîstikan pêk hat. Em dê di demên pêş de tifaqa bi jin, ciwan, karker û kedkaran re mezin bikin. Em dê tifaqa bi gelan re mezin bikin û rêya xwe berdewam bikin. Tifaqa AKP-MHP'ê bi polîtîkayên dîlgirtinê dixwaze hebûna xwe li ser piyan bihêle."    ‘DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê MEZIN BIBIN'    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî, diyar kir ku zextên li ser tevger û partiya wan, li wan ferz dike ku bêtir bi hevre milê xwe bidin hev û têkoşîna xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Em dê bibin yek. Em mecbûrin li dijî faşîzma AKP-MHP'ê zêde bibin. HDK û HDP jî bi vê armancê hatiye avakirin. Divê em bi hevre destê xwe têxin bin kevir. Divê em eniya Demokrasiyê xurt bikin. Divê em li dijî faşîzmê eniyek xurt ava bikin.     'BI TECRÎDÊ BIRYARA ŞER GIRTIN'   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di kongreya SYKP'ê de axivî û got: "Bi tecrîda li ser Ocalan şer bêtir kûr bû. Lê çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be. Di 3 salên dawî de AKP-MHP îtîfaqek qirêj dide meşandin. Di 3 salên dawî de plana rizandinê dimeşîne. Li ser navê kurdan çi hebe diwaze winda bike û tune bike. Armanca plana têkçûnê ev e. 5'ê Nîsana 2015'an destpêka plana tunekirinê ye. Bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara şer dan û şer kûr kirin. Plana têkçûnê di 5'ê Nîsanê de dan destpêkirin. Felsefeya Birêz Ocalan di serî de ji bo gelê Tirkiye û hemû gelê Rojhilata Navîn armanc dike ku di nava wekhevîe û azadiyê de bijîn. Armanca komploya navdewletî jî li dijî vê felsefeyê ye. Ji ber vê yekê ez komplo şermezar dikim."    'ENCAM ÇI BIBE BILA BIBE DÊ MUHTEŞEM BE'    Ozturk, herî dawi anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû gel hatiye tecrîdkirin û wiha bi dawî kir: “Li ser axa Kurdistanê mirovên me, bajar û daristanên me, ji holê hatin rakirin. Li Amedê bi êrîşa li dijî Sûrê dîrok û çand hat talankirin. Li Kurdistanê daristan tên talankirin. 3 salin li Licê derve li welatiyan tê qedexekerin. Me li dijî van zextan çong danenî, ji niha û şûnde jî em çong danînin. Encam çi bibe bila bibe dê dawî muhtaşem be."