Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tirkiye bi rêbazên 'çetewarî' tê birêvebirin 2018-10-10 09:15:47 AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku AKP Tirkiyeyê bi rêbazên "çetewarî" bi rê ve dibe û got: "Bêyî muzakereyê çareserkirina pirsgirêka kurd ne mimkun e. Wê israra me ya di siyaseta demokratîk de heta dawiyê dewam bike."    Di serî de Amedê li 9 bajaran rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de 7 endamên Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hatin binçavkirin. hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bertek nîşanî vê yekê da û got: "Bi rêbazên çetewarî welat îdare dikin. Bi gefxwarin, şantaj, polîs û leşkeran hewl didin welat bi rê ve bibin. Lê ev rewş tê wateya qedandinê."    Ozturk, bilêv kir ku ev operasyon ne nû ne, demeke dirêj e tên kirin. Ozturk, destnîşan kir ku nemaze jî bi van oeprasyonan tê xwestin ku KCD'ê îllegalîze bikin ûg ot: "Rêvberiya faşîst a AKP-MHP'ê dixwazin bi vî awayî vîna kurd ji holê rabikin."    Ozturk bal kişand ser gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ku ji bo şaredariyan gotibû "Eger bi ser biekvin jî em ê qeyûm tayîn bikin" û got: "Piştî van gefên Erdogan ev operasyon hatin kirin. Armanc ew e ku îradeyê bişikînin. 3 sal in ji bo vê tev digerin. Lê tevî hemû çewisandin û zextan jî nikarin vê îradeyê bişikînin. A rast îradeya wan şikiyaye û qediyan e. Ev yek bi awayekî zelal ji gefên wan dixuyê. Nikarin tu tiştekî bi pêş ve bibin. Tenê bi tiştekî dizanin ew jî zimanê gefxwarinê. Ji bilî vî zimanî tiştekî wan tune ye."    'DEMA ERDOGAN HEDEFÊ NÎŞAN DIDE OPERASYON TÊN KIRIN'    Ozturk bal kişand ser hilbijartinên dê di Adara 2019'an de pêk bên û got: "Bi van operasyonan dixwazin bitirsînin û bitepisînin. Hilbijartinên herêmî ji bo me pir girîng in. Dema em li hilbijartinên 1'ê Mijdar, 7'ê Hezîran û 24'ê Hezîranê dinerin, em dibînin ku îradeya gelê me li cihê xwe ye. Gelê me xwedî biryar e û dê li ber xwe bide." Ozturk, destnîşan kir ku piştî her gotinên erdogan hêzên dewletê li hemberî kesan û partiyan operasyonan dikin û got: "Hemû gotinên Erdogan wekî fermanê tên fêmkirin. Erdogan kî hedef nîşan bide li hemberî wan operasyon pêk tên. Ev rewş bi awayekî aşkere gefxwarin e û ferman e. Ev tê wateya ku dê bi vî awayî welat bi rê ve bibin."    'BI RÊBAZÊN ÇETEWARÎ WELAT BI RÊ VE DIBIN'    Ozturk, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan û polîtîkayên tepisandinê jî dê HDP têkeve hilbijartinên herêmî û got: "Dê ev operasyon bi tu awayî tesîrê li HDP'ê neke û dê HDP têkeve hilbijartina herêmî. Di hilbijartinên din de jî astengî hebûn, lê gelê me di sindoqan de îradeya xwe nîşan da. Yanî dê ev yek tu astengiyê teşkîl neke. Bereksê wê, dê tam tersê hesabên wan derkeve. Ka bifikirin hikûmeta welateî nikaribe welatê xw ebi rê ve bibe. Bi rêbazên çetewarî vî welatî bi rê ve dibin. Bi gefxwarin, şantaj, polîs û leşkeran hewl didin welat bi rê ve bibin. Ev rewş tê wateya qedandinê."    'BÊYÎ MUZAKERE ÇARESERKIRIN NE MIMKUN E'    Ozturk, anî ziman ku pirgsirêka kurd bi rêyên siyaseta demokratîk û muzakereyê dê açreser bibe û got: "40 sal in şer dewam dike. Dewlet di vî şerî de hemû qirêjiyên xwe xistind ewrê, lê encam negirt. Mirov dimirin. Tenê ne kurd, hemû Tirkiye bedêlê dide." Ozturk bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Ev tecrîd bi hemû gelên Tirkiyeyê dide windakirin. Tu fêdeya vê tecrîdê ne li Tirkiyeyê ne jî li gelan heye. Niha gelên Tirkiyeyê hemû tên tecrîdkirin. Em baş dizanin taliyê dê pirsgirêka kurd bi muzakereyê çareser bibe. Bêyî muzakereyê çareserkirina pirsgirêka kurd ne mimkun e. Wê israra me ya di siyaseta demokratîk de heta dawiyê dewam bike."    MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy