Îpekyuz: Tiştên tên kirin gel natepisîne, bereksê wê gel hêrstir dike 2018-10-09 09:13:58 ÊLIH - Di operasyona li hemberî HDP'ê de 140 HDP'î hatin binçavkirin. Parlementerê HDP'ê Dr. Necdet Îpekyuz vê yekê nirxand û got: "Îktîdar nizane çi dike, nizane dê çi çawa bibêje, tenê li hêrsê siwar bûye." Îpekyuz, got tiştên kirin gel natepisîne, bereksê wê gel hêrstir dike.  Roja şemiyê li 6 bajaran polîsan avêt ser HDP'iyan û di nav de Parlementerê HEP'ê yê berê û Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç jî di nav de 140 HDP'î hatin binçavkirin. Her wiha piştî vê yekê Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Berîvan helen Işik û endamê partiyê Habîp Azboy jî hatin binçavkirin û paêş hatin berdan. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz vê yekê nirxand û got: "ktîdar nizane çi dike, nizane dê çi çawa bibêje, tenê li hêrsê siwar bûye."    'DIXWAZIN PARTIYA ME KRÎMÎNALÎZE BIKIN'    Îpekyuz, bilêv kir ku ji roja ku ew ketine meha Cotmehê ve îktîdar li Tirkiyeyê polîtîkaya xwe ya rageşiyê didomîne û got: "Çi biqewime dixin stuyê HDP'ê. Bi vî awayî dixwazin partiya me krîmînalîze bikin. Em partiyeke ku 6 milyon dengên wê hene, lê em bi her cure çewisandinan re rû bi rû dimînin. Ji bo Togûç ku hat binçavkirin bê berdab me xwest em daxuyaniyê bidin, lê belê mudaxileyî wê jî kirin. Dibe ku ev polîtîkayên qirêj heta hilbijartina herêmî dewam bikin."    'LIBERXWEDAYÎNA GIRSEYÊ ÎKTÎDARÊ DITIRSÎNE'    Îpekyuz, bilêv kir ku bi van operasyonên li hember HDP'ê îktîdar rejîma xwe ya çewisandinê didomîne. Îpekyuz, diyar kir ku bî vî awayî tê xwestin ku ew dev ji siyasetê berdin. Îpekyuz anî ziman ku tevî hemû pêkanînan jî girse destekê dide HDP'ê û got: "Heta niha HDP bi paş ve gav neavêtiye. Dê ji niha û pê ve jî navêje, çimkî li pişt HDP'ê gel heye. Tevî hemû çewisandinan ew liberxwedayîna girseyê îktîdarê ditirsîne."    'BI KÊR NEHAT'    Îpekyuz got: "Hevserokê me Togûç di salên 90'î de di nav siyaseteke demokratîk de cih girtiye û dema Mehmet Sîncar hat kuştin ew jî birîndar bû û nêzî 21 salan li sirgûnê ma. Bi qasî em ji peyama ku Togûç bi rêya parêzerên xwe re şand fêm dikin, sedema binçavkirinê têkildarî komployê ye. Bi binçavkirina Togûç peyamê didin partiya me û bi giştî jî didin Tirkiyeyê. Lê dîsa jî ev çewisandin bi kêr nehatin û dê neyên jî."    'DÊ HDP RÊYA XWE BIDOMÎNE'    Îpekyuz, anî ziman ku Togûç bi salan ji bo Yekîtiya Netewî ya Kurd têkoşiyaye û got: "Îro careke din jî derket holê ku roj roja yekîtiyê û têkoşînê ye. Wexta yekîtiya netewî ya kurd pêk bê, dê ev çewisandin rihetir bên berterafkirin. Ji bo yekîtiya netewî ya kurd çi bikeve ser milê me divê em bikin. tevî van tiştan hemûyan jî dê HDP rêya xwe bidomîne û bitêkoşe. Belê em vê dibêjin, çimkî ev ne ya me gotina gelê me ye. Tiştên pêk tên gel natepisîne, berkesê wê hêrstir dike û dê gel li ser sindoqa bersiva vê yekê bide."