Paylan 6-7 Îlonê bir Meclîsê: Divê dewlet rû bi rû bibe 2018-09-06 13:16:12   ENQERE - Parlamenetê HDP'ê Garo Paylan, ji bo ku dewlet bi 6-7'ê Îlonê re rû bi rû bibe pêşniyarname da Meclîsê.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Amedê Garo Paylan,  ji bo ku berpirs û kiryarên 6-7’ê Îlona 1955’an derkevin holê, tespîta windahiya can û mal were kirin û dewlet bi paşerojê re rûbirû bibe pêşniyarnameya lêkolînê da Meclîsê û xwest dewlet bi 6-7'ê Îlonê re rû bi rû bibe.   ÇI BÛBÛ   Di 6-7’ê Îlona 1955’an de, di serî de li Stenbol û Îzmîrê, bi destê dewleta Tirkiyeyê li dijî Rûm, Ermen, Yahûdî, Xiristiyanan komkujî hat kirin. Mal û milkên wan hatin talankirin, dest danîn ser jinên wan, li alimên wan ên dîn xistin, goristanên wan talankirin û gelek kes kuştin.   Li gorî îstatîstîkan tenê li Stenbolê 73 dêr, 8 karêz, 2 manastir, 3 û 584 ên Rûman, 5 hezar û 538 mal û kargeh hatin şewitandin û talankirin. Li gorî danayên fermî jî 60 jin rastî tecawîzê hatin û gelek kes hatin kuştin. Bi deh hezaran kes ji ber vê êrîşa Tirkiyeyê neçar man ku koç bikin û berê xwe bidin koçberiyê.