Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in 2018-08-28 09:02:13   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û got: "Me qet ew qad îstismar nekir. Me tu kesî nexapand. Ên tên îstismarkirin û xapandin em in. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn."    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû têkildarî qedexekirina çalakiya hefteya 7000'emîn a Dayikên Şemiyê gotibû: "Ma li ber îstismarkirina dayikan a ji aliyê rêxistina terorî, me xwe li neditinê daniya?.." Hevserokên giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bertek nîşanî daxuyaniya Soylû dan.    ‘EW QAD ZEMÎNA LÊGERÎNA LI EDALETÊ YE'    Bûldan bilêv kir ku wekî dayikeke şemiyê, 23 sal in ew wê qadê wekî qada lêgerîna ji bo edaletê dibîne û got: "Ji dema ku kiryarên nediyar bi awayekî zêde li Tirkiyeyê rû dan heta niha çalakiya Dayikên Şemiyê bi awayekî mafdar û rewa li Qada Gaşatasarayê didome. Lê belê çalakiya wan a hefteya 700'emîn bi fermana Wezareta Karên navxweyî hat astengkirin û mudaxileyî çalakiyê hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin. Lê belê tevî hemû mudaxile û binçavkirinan jî eger em li wê qadê rûniştibin, nexwe ew qad zemîna qîrîna me û lêgerîna me ya ji bo edaletê ye. Ew qad ji bo me tê vê wateyê."    ‘EM Ê QADÊ NETERIKÎNIN'    Bûldan, destnîşan kir ku Tirkiye welatekî ku bi awayekî zêde kiryarên endiyar û înfazên bêdaraz lê diqewmin û hîn jî ev pêvajo didome. Bûldan got: "Li vî welatî dosyeyên nehatine vekirin, kujerên nehatine darizandin û windayên nehatine dîtin hene. Loma, heta em windayên xwe bibînin, heta kiryar neyên darizandin em ê Qada Galatasarayê neterikînin. Ev daxwazeke mafdar û rewa ye. Îktîdar û hikûmetên li ser dar mecbûr in scên berê hatine kirin çareser bikin û bibînin."    ‘YÊN TÊN ÎSTISMARKIRIN Û XAPANDIN EM IN'    Bûldan destnîşan kir ku civak û dewleteke ku bi »aşeroja xwe re hevrû nebe, qethiyen dê demokrasiyê pêk neyîne. Bûldan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û got: "Demokrasî ancax bidîtina windayan û bidawîbûna kiryarên nediyar dikare pêk bê. Loma ez daxuyaniya Wezîrê Karên navxweyî ya ku îro da watedar nabînim. Me qet ew qad îstismar nekir. Me tu kesî nexapand. Ên tên îstismarkirin û xapandin em in. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn. Serokomarê niha û serokwezîrê wê demê Erdogan soz dabû Dayika Berfo. Em dixwazin wî sozî bi bîr bînin. Serokwezîrê wê demê gotibû 'Em ê wan windayan bibînin, em ê hestiyên kurê te bidin te.' Lê belê Dayika Berfo bêyî ku kurê xwe bibînin mir. Em vê rewşa ku bi tu awayî nayê qebûlkirin em jî qebûl nakin."    ‘BILA KES DI VÎ WARÎ DE ASTENGIYAN NEDE BER ME'    Bûldan, diyar kir ku wekî her hefteyê ew ê di hefteya 701'emîn de jî çalakiya xwe li dar bixin û got: "Bila kes di vî warî de astengiyan nede ber me. Em dayik wijdanên vî welatî ne. Divê Wezîrê Karên navxweyî li gor vê berpirsiyariyê tev bigere. Wezîrê Karê Navxweyî ên ev gotin kirin, dikare vî sozî li cem serkomarê xwe teyît bike. Soza ku Tayyîp Erdogan da dayikan nayê jibîrkirin. Loma ev vê daxuyaniya Wezîrê Karê Navxweyî qethiyen qebûl nakin. Û ji niha pê ve jî em ê her hefte li Qada Galatasarayê bin û çalakiya xwe li dar bixin."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bertek nîşanî daxuyaniya Soylû da û got: "Ma Suleyman Soylû jî Wezîrê Karê Navxweyî ye?" Temellî destnîşan kir ku Wezîrê Karê Navxweyî yê welatekî dema li holê sûcek hebe divê bi parêziya dewleta hiqûqê der barê sûcdaran de hewl bide, lê belê kengî sûcek hebe Soylû ji bo ser sûc binixumîne daxuyaniyên eletewşo dide. Temellî got: "Li hemberî Dayikên Şemiyê sûc kiriye. Hêzên elehiyê yên dewletê qanûn binpêkirine û sûc kirine. Eger ev dewlet dewleta hiqûqê bûna dê Wezîrê Karê Navxweyî li gorî liyaqata wezaretê tev bigeriyana û dê lêborîn ji dayikan bixwestana û dê der barê hêzên ewlehiyên dewletê de lêpirsîn bidana destpêkirin. Lê belê me di bûyera Pirsûsê û yên din de dît ku ev kesê ku Wezareta Karên Navxweyî dagir kiriye, ji bo ser sûc bigire daxuyaniyên eletewşo dide."    ‘ÇALAKIYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ LÊGERÎNA EDALETÊ YA PÊŞEROJÊ YE'    Temellî bi bîr xist ku ev ne cara ewil e ku Soylû partiya wan dike hedef û sedema vê yekê jî rêvekirina li ber rejîma otorîter e. Temellî got: "Ev bi her awayî aşkere ye ku ne tiştekî rewa ye. Bi aqilekî dijminane vê yekê wekî tiştekî rewa be didin der. Dê kî bikin dijminên hev? Dê HDP'ê bikin dijmin. Ew heqareta li Birêz Pervîn Bûldan hat kirin, di daxuyaniyên der barên partiya me de ev vegotina nefretî tim heye. Ji bo xwe li zemînekî rewa digerin û tekane rêya vê jî êrîşên li ser HDP'ê ne. Em di rojname û hevpeyvînan de her roj dibînin ku çawa êrîşî kesên aştîxwaz û azadîxwaz dikin. Ev yek çi ji aliyê Wezîrê Karên navxweyî çi jî ji aliyê serekê îktîdarê ve tên kirin. Çima? Çimkî dixwazin civak bi vê yekê qaneh bibe; 'Ev dijmin in, çavkaniya xerabiyê ev der e û em li hemberî vê xerabiyê têdikoşin. Xwe bidin ber maliyeta vî şerî, xwe bidin ber vê dijminatiyê, xwe bidin ber cenazeyên zarokên xwe. Xwe bidin ber birçîtî û betaliyê. Xwe bidin ber çimkî em têdikoşin.' A rast tekane sedema vê dewlemendiya neheq û vî şerî îktîdar e. Loma çalakiya Dayikên Şemiyê berxwedaneke biqîmet e. Berxwedaneke ku me û bêedaletiya paşerê tîne beramberî hev. Lêgerîna ji bo edaleta pêşerojê ye. Loma em ê li hemberî van tawanbariyan û van vegotinên nefretî tim û tim li wir bin."    MA / Necla Demir - Muhammet Doğru