Temellî: Çareserî di rêxistinkirina berxwedanê de ye 2018-08-17 12:33:29 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, diyar kir ku ew ne di keştiya hikûmetê ya noqî avê dibin de ne û wiha got: "Çareserî di rêxistinkirina berxwedanê de ye. Çareserî li taxa me ye. Divê em bi hevre berxwedanê bi rêxistin bikin. Em hemû rexneyên li dijî partiya xwe bi baldarî dinirxînin."   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), Sezai Temellî, der barê geşedanên dawî û niqaşên der barê partiya xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Temellî, anî ziman ku wan kongreya xwe ya 2018’an li ser esasê rexnedayînê pêk anî û wiha got: "Em li ser rexnedayînê ketin rê. Me rêxistina tekoşîna pêşerojê ya li dijî faşîzmê li ser vê xetê ava kir. Me hilbijartinek pêşwext dipa. Lê ne ew qas zû û bi panîk. Hilbijartina 24'ê Hezîranê bi hemû hêzên dewletê li dijî HDP’ê hilbijartina zordestiyê bû. HDP'ê tevî hemû astengiyan benda li pêş xwe hilweşand. Ket meclîsê. Armanc ne tenê meclîs e. Girînge ku me destûr neda Erdogan 400 wekîlan derxe. Me bang li hemû partiyan kir ku li dijî bloka faşîst rawestin. Lê mixabin em bi ser neketin. Ev mijara rexnedayînê ye. Ger ku AKP'ê 400 wekîl derxistibûna dê karibû bi tena serê xwe qanûna bingehîn biguhertiya. Meclîs ji bo HDP'ê qada îtîrazê ye. Qada ku dengê gel bibe ser kursiyê û bigîne hemû muxalifan. Em dê dengê gelan, kedkaran kû heqîqetê li wir bilind bikin. Em dê dengê gelê kurd bibin wir. Lê em hemû wekîlan di meclîsê de asê nakin. Em dê li kolan û taxan bin. Em dê di navenda muxalefeta civakî de bin. Em dê rola pêşengiya xwe xurt bikin. Em dê têkoşîna xwe ya li dijî pergalê li her derê bi rêxistin bikin û mezin bikin."    BERÎ HER TIŞTÎ EM Ê TÊBIKOŞIN   Temellî, anî ziman ku ew dizanin ku dê çi bikin û wiha berdewam kir: "Em dizanin em dê çi bikin. Berî her tiştî em ê têkoşînê bi rêxistin bikin. Em dê li taxan, kolanan, malan û kargeriyan gel bi rêxistin bikin. Hemû kesên bûne mexdûrê pergalê û kesên muxalif em dê bi rêxistin bikin. Em bang li hemû kesên muxalif û mexdûr dikin ku di vê eniyê de cihê xwe bigirin. Niha AKP ji bo xwe demek herî guncav diyar dike ku hilbijartina herêmî pêk bîne. Ger ku di mijdar û Kanûnê de sûdê bibîne dê wê demê hilbijartinê pêk bîne. Hilbijartina herêmî kengî dikin bila bikin, em dê hilbijartina herêmî bikin tura duyemîn ya 24'ê hezîranê. Em dê di nava xebatên hilbijartinê de xwe bêtir bi rêxistin bikin û tekoşîna xwe bêtir bi rêxistin bikin. Em rexnedana xwe didin û em dê dayîna rexnedanê bidomînin.    'LI TIRKIYE PIRSGIREKA DEMOKRASIYÊ PIRSGIRÊKA KURD E'   Temellî, da zanîn ku li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê pirsgirêka kurd e û wiha pêde çû: "Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, li Tirkiye demokrasî jî pêş nakeve. Ger ku li Tirkiye muxalifa herî bi hêz HDP  ye, wê demê divê hûn îlke û polîtîkayên HDP'ê li ber çavan bigirin. Em dibêjin muxalefeta rastî û ya esasî, muxalefeta di bin eniya HDP’ê de ye. Xebatên me yên rêxistinbûnê didomin. Hevdîtinên me yên bi sazî û rêxistinên sivîl û demokratîk re didomin. Xebatên me yên ku em bi Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) re pêk bînin hene. Plana vê yekê hat kirin. Me dest bi xebatên qadê kirine. Dîsa xebatên me yên bi Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re hene."     'TIRKIYE DI BIN TECRÎDÊ DE YE'    Temellî, bal kişand tecrîda li ser Tirkiye û wiha lê zêde kir: "Tirkiye îro di bin tecrîdê de ye û tecrîdê dijî. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe xebatên me hene. Îro gelek endamên partiya me û hevparên partiya me girtî ne. Ji bo  xebatkarên partiya me bên berdan xebatên me hene. Tecrîd polîtîkya şer e. Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna aştiyê ye. Têkoşîna li dijî şer têkoşîna parastina aştiyê ye. Me ev yek baş ji civaka Tirkiye re venegot. Navenda siyasetê Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn navenda siyaseta cîhanê ye û araste dike. Di navenda vê yekê de jî kurd hene. Li Rojhilata Navîn bêyî kurdan tu pêşeroj nayê avakirin. Ji ber vê yekê tecrîd politîkaya şer e. Ji bo şer berdewam bikin dive tecrîdê bidominin. Ji ber vê yekê divê em li dijî tecrîdê tekoşînê xurt bikin. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna parastina aştiyê ye. Lawaziya vê tekoşînê ji bo me mijara rexnedayînê ye."     'QIRÎZ DI ASTA HERÎ KÛR DE YE'    Temellî, li ser kirîza aborî ku Tirkiye ketiye nav jî axivî û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Her tim piştguh kirin û qîmet nedan krîzê. Lê niha Tirkiye di asta herî kûr de kirîzê dijî. Îro bi Almanya, Fransa re hevdîtin dikin. Baş e Almanya û Fransa ne heza derve ye?  Hem, dibêjin “Em bi Trump re şer dikin" û hem jî bi Tayip Erdogan bi Pentagonê re hevdîtin dikin. Kengî dikevin tengasiyê dibêjin hêzên derve. Lê li aliyê din hemû sermayeya Tirkiye jî pêşkêşî wan dikin. Balafirgeha Sêyemîn, Pira Kanal Stenbol, şîrket û sermayeyan tevî pêşkêşî hêza derve dikin. Fereseta îktîdarê pêşxistina îthalatê ye. Şerê li dijî kurdan tê wateya ku bêtir çekan bistînin û bêtir xwe bi hêzên derve ve girê bidin.    Çareserî li taxa me ye. Çareserî rêxistinkirina hêzên muxalif û mexdûr e. HDP dê pêşengiya vê yekê bike.      MA / Hayri Demîr – Selman Guzelyuz