Oluç: Divê em li dijî rejîma ne rewa muxalefetê birêxistin bikin 2018-07-30 16:14:49 ENQERE - Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku ew rêxistinbûyîna muxalefeta yên li dijî rejîma rewabûna wê nîne îtîraz dikin nîqaş dikin û got: “Heke em muxalefetek civakî û demokratîk ya hevbeş pêk bînin, em dikarin li dijî vê rejîmê dengê xwe derbixin û bi ser bikevin.”    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç têkildarî encamên civînên Meclîs Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    OLUÇ BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN ALBAYRAK DA    Oluç gotinên “Em dibin welatê mînak ê cîhanê ku her kes me bi tiliya xwe nîşan bide” yên Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û wiha got: “Di heqîqeta xwe de em dixwazin ji vî welatê ku dê bibe mînaka cîhanê dixwazin çend mînakan bidin. Yek ji van mînakan Yusuf Topal ê 82 salî ku li Gîresûnê wî paş de kelepçe kirin, gaza îsotê reşandinê, krîz dil derbas kir û wî kuştin. Beriya hilbijartinê yên li Pirsûsê 3 welatî qetilkirin hêj dest û milê xwe dihejînin û digerin. Di vê mijarê de pêşniyara lêkolînê me da Meclîsê weke ku hûn dizanin ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve hat redkirin.”    ‘CEZAKIRINA ZAROK TV JÎ BI TILIYA XWE NÎŞAN BIDIN’    Oluç bal kişand ser cezakirina Zarok TV û wiha domand: “Bi sedema di Zarok TV de stranek peyva ‘Kurdistan’ derbas dibe ceza danê. Zarok Tv kanalek bi zimanê dayikê weşan dike. Çi ne ew gotin? Ji ber ku navê cihê kurd lê dijîn peyva Kurdistan e. Ev jî bûyerek divê mirov bi tiliyê nîşan bide.”    ÇIMA BALAFIRÊN AGIRKUJ MUDAXALEYÎ DERSIM, LICÊ Û PASÛRÊ NEKIRIN’   Oluç peyama piştgiriyê ya Tirkiyeyê ya ji bo Yewnenistanê ya balafirên agirkuj bi bîr xist û wiha got: “Li Dersim, Licê, Nisêbîn û Pasûrê şewat derketin. Gelo van balafirên agirkuj çima mudaxaleyî agirê li Dersim, Licê, Nisêbîn û Pasûrê nekirin? Ji ber ku kesên li van deveran dijîn kurd in.”    TECRÎD DIDOME   Oluç bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û ev tişt anîn ziman: “Di demên dawîn de li girtîgehên Erzûrûm, Elezîz û Tarsûs îşkence li girtiyan tê kirin. Li gel serlêdanên malbat û parêzeran jî hê encamek nehatiye bidestxistin. Dayika Sîsê ya 78 salî hê jî li girtîgehê tê girtin. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan jî didome û nêzî 3 salan e nikare bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne. Parlamenter Leyla Guven û Enîs Berberoglu li girtîgehê tên girtin.”   DOZA 10’Ê COTMEHÊ   Oluç îşaret bi rûniştina sibê ya doza Lomkujiya Gara Enqereyê jî kir û wiha domand. “Dê heyetek ku ji parlamenterê pêk bê beşdarî rûniştinê bibe. Serlêdana me ya ji bo mudaxîlbûnê heye. Hê jî berpirsyarên cemaweriyê yên ku îxmalên wan di vê komkujiyê de hene nehatin lêkolînkirin. Hejmareke zêde dosya û belge li dosyayê nehatin zêdekirin. Em ê dîsa jî îtîraz û mudaxaleyên xwe yên hiqûqî bidomînin.”    ‘MIJARA ESASÎ XURTKIRINA MUXALEFETA CIVAKÎ YE’   Olûç daxuyaniya xwe bi van gotinan domand: “Îro civaka Tirkiyeyê rejîma ku bi rêbaz û encamên xwe derketiye holê û ferzkirina pêkûtiyên wê qebûl nake. Nîvê civaka Tirkiyeyê vê pêkutiyê qebûl nake û îtîraz dike. Peywira me jî ew ke em muxalefeta civakî û demokratîk û îtîrazên ku tên kirin, bi hemû pêkhatiyên HDP’ê re rêxistin bikin û muxalefeta civakî ya herêmî xurt bikin.”   ‘DIVÊ EM JI NÛ DE PÊVAJOYA AVAKIRINÊ NÎQAŞ BIKIN’   Oluç, da zanîn ku rejime ne demokratîk û rewşa tê avakirin û wiha rêz kir: “Qanûna daîmî kirina OHAL’ê, waliyên erkên super û qanûna pêvajoya dirêjkirina binçavan li dijî hevpeymana navneteweyî ne. Ne li gorî biryarên Komîsyona Venedîk û feraseta DMME’yê ne. Hewl didin hikumdarek hilbijêr ava bikin. Ji ber vê yekê em bi pergalek hiqûqê binpê dikin re rû bi rû ne. Ger em karibin mûxalifeta demokratîk û civakî bînin gel hev, emê karibin bi hevre vê rejîma ne rewa ji holê rabikin.”   Oluç, da zanîn ku pêwîste ew xwedî li sozên dayîn civakê derbikevin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku em hemû sozên xwe binin cih, emê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyînê berdewam bikin. Pergal nû tê avakirin. Ev avakirin bi koalisyona AKP û MHP’ê berdewam dike. Mîna mûxlefetên demokratîk û civakî, divê em ji nüde pêvajoya  avakirina demokratîk nîqaş bikin. Di vî warî de divê em bi biryar bin. Divê me têkolîna ked û edaletê bi hêz bikin.”   Oluç, di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Ji bo amdekariyên hilbijartina herêmî, em derbasî merheleyek nû bûn. Di rewşên awarte de, emê biçin hilbijartinên herêmî. Li ser rêveberiyên herêmî û şaredartiyê me nîqaş bi rêve birin. Hedefa me ya sereke, ew e ku em di qada herêmî de desthilatdariya navendî dorpêç bikin. Stratejiya me ya esasî eve. Ji ber vê emê namzetên rast danîn û tifaqa rast ava bikin. Em li ser vî esasî serkeftinê bi dest bixin.”   Oluç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dinava MYK’ê de me hin guhertin kirin û peywirdarên nû diyar kirin.”