Kurtulan: Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirine 2018-07-27 15:37:19   ENQERE – Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di civîna li Meclîsê li dar xist de têkildarî rakirina OHAL’ê got: “Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirinek bû.”    Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Kurtulan destnîşan kir ku piştî merasîma sondxwarinê bi bayê bezê hin teklîfên yasayê ji bo di Meclîsê de derbas bibin bi geremoliya AKP’ê re hevrû mane û got: “Di hilbijartina dîwana komîsyonan de endamên komîsyonê jî tev li nekirin. Pişt re demildest em bi teklîfa yasayê re hevrû man. Me her tim li şûna OHAL’ê bi boneya teklîfek bê bicihkirin ji wan re got. Encax tu pêşniyarên muxalefetê hilnedan bala xwe û bi mesaiyek zû bi zû kirin qanûn. Tehamulî ramanên cuda nakin. Em li ser kursiyê Meclîsê jî bi êrîşa AKP’yan re rû bi rû man.”    ‘RAKIRINA OHAL’Ê ÇAV BOYAXKIRINEK BÛ’    Kurtulan li ser sererastkirina piştî OHAL’ê jî rawestiya û wiha dewam kir: “Sextekariya OHAL’ê ku radibe çav boyaxkirinek bû. Kanûnên nû li şûna OHAL’ê bicih kirin û bi vî awayî mayînde kirin. Erkek berfireh dan waliyan û bi vê yekê encam bû. Walî dikare heta 15 rojan dikare cihên diyar qedexe bike. Walî dikare li hundirê bajêr saetên diyar gerê jî qedexe bike. Bi îdiaya yên pergala cemaweriyê xera dikin dê hatina wan bajêr qedexe bikin. Wê walî li ser zemînên kêfî pêkanînan pêk bîne. Em dizanin dema binçavkirina derxistin 48 saetan. Lê dê 12 rojan dema binçavkirinê dirêj bibe. Girêdayî nêzîkatiya walî ya kêfî dê mudaxeleyî qadên azad ên mirovan bike.”    ‘DIVÊ LEŞKERIYA BI DARÊ ZORÊ RABE’    Kurtulan bal kişand ser leşkeriyê bi berdêl û got: “Dema em li hincetên wan ên vê yasaya leşkeriya berdêl dinêrin, qaçaxên leşkeriyê zêdene tê xuyakirin. Hemin wisa ye divê leşkeriya bi darê zorê bê rakirin û em reda wîjdanî difikirin. Divê mafê reda wîjdanî di destûra bingehîn de bê mîsogerkirin. Her wiha razandina 15 hezar lîre pereyê ji bo leşkeriyê neheqiye. Bi vê sererastkirinê rê dê zarokên feqîran biçin leşkeriyê. Çima zarokên dewlemendan naçin leşkeriyê.”    ‘MÎHRÎCANA DERSIMÊ KÊFÎ HAT QEDEXEKIRIN’    Kurtulan têkildarî qedexekirina Mîhrîcana Dersimê jî axivî û got mîhrîcan li ser biryara walî ya kêfî hat qedexekirin û ew vê yekê şermezar dikin.    ‘DIVÊ LEYLA GUVEN TEV LI XEBATÊN MECLÎSÊ BIBE’    Kurtulan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî demildest bê berdan û tev li xebatên qanûnênçêkirinê bibe.