Kemalbay: Em ê helwestek hevpar nişani êrîşan bidin 2017-09-20 09:01:05 AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay ji bo referandûma Kurdistana Federe diyar kir ku bi polîtîkayên êrîşkar ne rê li ber Rojava û ne jî li ber Kurdistana Federe tê girtin û got: "Ji ber şer gelên Tirkiyeyê berdêlên giran didin. Ger ku êrîş bikin em ê helwestek hevpar nîşan bidin."  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin. Kemalbay referandûma Kurdistana Federe, qetilkirina sivîlan a Amûra Hewa ya Bêmirov a Bi Çek (SİHA), êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tuglukê, bertekên hikumetê yên li dijî Parlementerê CHP’ê Sezgin Tanrikulu nirxandin.     Ev demeke dirêj e hûn bi dirûşmeya “Em ranewestin, rawestînin, faşîzmê rawestînin, em bi hevdu re biguherînin” hin kampanyayan li dar dixin. Ev kampanya û xebatên we çawa diçin?     Li derdora HDP’ê dorpêç, ambargo û tecrîdek mezin heye. Ji ber vê yekê em baş dengê xwe ranagihînin. Lê belê ji bo em xwe bigihînin gelê xwe ev demeke dirêj e em her firsendê bi kar tînin. Me bi fitariyên Remezanê dest pê kir, bi nobetên Wijdan û Edaletê domand. Me li Amedê di bin dorpêçek mezin de nobet dan destpêirin. Di nobetên din de girse mezintir bû. Her ku diçe em pêşvetir diçin. Li gel hevdîtinên bi gelan re, me pêwendî bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re danî û ev pêwendiyên me zeximtir bûn. Ji ber ku em di pêvajoyeke zaf krîtîk re derbas dibin, pêdiviya ku her kes fikrên xwe bi hev re parve bike dertê holê. Tirkiyeyeke çawa, demokratîkbûyîneke çawa, li hemberî rejîma yek zilamî rizgariyek çawa divê, ji hêla gelek kesî ve tên nîqaşkirin. Rojeva herî girîng dê faşîzm çawa bê rawestandin e.    Nobetên Wijdan û Edaletê hem pesariya me hem jî ya têkoşîn a Tirkiyeyê kir. Em niha plana hevdîtinên mezintirîn dikin. Mîtîngên aştiyê yên Amed û Stenbolê hatin lidarxistin. Li Qada Stasyonê em û gel hatin  gel hev. 2 sal berê li vê qadê teqînek çêbû û 5 xwişk û birayên me jiyana xwe ji dest dan. Careke din kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînim. Me digot dê mîtîngek zor be, lê belê Amed careke din xwe nîşan da.     Raya giştî bertekeke tund nîşanî êrîşa li hemberî cenazeyê Hatun Tuğlukê da. Tu li wir bûyî. Çi qewimî? Tu vê rewşê çawa dinirxînî?    Aysel Tuğluk, bi awayekî derhuqûqî hat desteserkirin. Dayika wê ya berasteng bêyî dîtina keça xwe nedixwest xatir bixwaze. Wê rojê dema me wê defin kir em bi êrîşekê re rû bi rû man. Me gotinên “Ev der ne xaka ermenan e, hûn nikarin defin bikin’ bihîstin. Kesek tevî komek biçûk ber bi gorê ve hat. Polîs li wir bûn û tu mudaxile nekirin. Hin kesan ew kes nas dikirin, esnafên ji gundê Încekê. Hin kesan got “ya hûn dikin guneh e” û mudaxile kirin û hewl dan êrîşkaran derxînin derî goristanê. Wê kêliyê nîqaş dewam kirin. Vê carê jî gotin “ Em ê nehêlin li vir kurd bên definkirin, li vir cihê elewiyan tune ye, ev der ne xaka ermenan e.”Bi vê re tekbîr dest pê kirin. Destpêkê komek biçûk bû, paşê bû komek nêzî 150 kesî û bi tekbîran kevir avêtin. Parlementerên me li walî, li amîrê emniyetê û wezîran geriyan, lê hat dîtin ku kes bersiva telefonên wan neda. Ewil Madimak hat bîra min, Komkujiya Sêwazê hat bîra min û zaf dişibiyayê. Her ku diçû dengê koma êrîşkar bilind dibû û goristan dorpêç kirin. Wê kêliyê me dayika Hatunê defin kiribû. Gotin “Heke hûn li vir defin bikin, em ê wê derxînin.” Li ser vê yekê ji bo rewşên nebaş xwe nedin der, me biryar da ku em dayika Hatunê li bajarê wê defin bikin. Aysel Tugluk jî ev yek got û me cenaze wergirt.   Piştî ku raya giştî bertek nîşan da, Wezîrê Karên Navxweyî vegeriya. Demildest mudaxile hat kirin û got çi dibe bila bibe divê cenaze li vir bê definkirin. Malbat ev yek qebûl nekir, çimkî dê li wir nobetê negirin. Çi malûm e ku dê sibê heman êrîş çê nebin. Kes nikare garantiya vê yekê bide. Her wiha ev yek nîşan dide ku dê îktîdara AKP-Qesrê tevî hêzên paramîlîter bi vî awayî mudaxileyî civakê bike.  Di dema êrîşê de rayedarên emniyetê bi navê wan bangî êrîşkaran dikirin. Divê her kes vê yekê zanibe. Daxuyaniyên ku paşê hatin dayîn, ji ber fikareya ku dê li ser sûc bên zevtkirin.    Wêneyên êrîşkaran ên bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu re hatin kişandin derketin holê...    Bêyî lingê wê yê siyasî êrîş pêk nayê. Ew wêne rastiyê nîşan didin. Tu kes nemaye ku êrîşkar bi wan re wêne nekişandiye. Li qereqolekê bi Wezîrê Karên Navxweyî re wêne kişandiye. Dibêje “Eşrafê taxê”, ma wekî din esnaf hene? Na. Aşkere dixuyê ku ev hevalên wan ê xebatê ne. Wezîrê Karên Navxweyî û ev êrîşkar ew mirov in ku di hin rêxistinên AKP’ê de dixebitin, ev hevdu baş nas dikin. Ev tertîbek e, di vî warî de tu şik û gumanên me tune ne.      Piştî bûyerê Wezîr û rayedarên hikûmetê bertek nîşandan, lê...    Wek ku daxilî vî tiştî nebûbin dikin.     Li Colemêrg û deverên din êrîşên SİHA’yê di rojevê de ne. Nîqaşên der barê vê mijarê de zêde bûn. Tu vê yekê çawa dinirxînî?      Êrîşên SİHA’yê êrîşa Roboskiyê tîna bîra mirov.  Hêleke wê ya wek Roboskiyê heye ku tê xwestin ser wê bê nixumandin. Kî berda?  Kî fermana êrîşê da? Kî pêl wê bişkokê kir? Tişta teqez ew e ku SİHA gelê sivîl kuşt. Parlementerên me wek heyet çûn û rapor amade kirin. Paşê heyeta baroyê çû û nîşan dide ku komkujyeke sivîl çê bûye.    Îktidara AKP-Qesrê li hemberî pirsgirêka sereke a Tirkiyeyê şer hilbijart. Piştî  7’ê Hezîranê li hemberî gelên Tirkiyeyê atmosfera tirsê afirand û dest bi kampanyaya tepisandinê kir. Hilbijartinê betal kir, komkujiya Pirsûs, Enqereyê û gelekên din pêk hatin. Piştî 15’ê Tîrmehê darbeya AKP-Erdogan derket holê. Di vê konseptê de SİHA/Bayraktar yek ji wan amûrên wan ên herî girîng e. Bayraktar vê montajê pêk tîne. Wek ku ew dibêjin amûreke şerî ya mûcîzeyî ye, ne tiştekî ku wek patenta wan e hilberandibin. Hin perçeyên wê ji hin welatên Ewropayê anîne, bi hev vekirine û çê kirine. Di ser SİHA’yê re çavkniyeke zêde ber bi malbata Erdogan ve tê şandin. Dibêjin, ew ê bi SİHA’yan, robotan şer biqedînin. Asteke sosyolojîk a şer heye, ev şer xwe dispêre pevçûneke 90 salî. Tenê dema di çarçoveya pêvajo û muzakreyeke aştiyane û demokratîk de esas bê girtin dê bê çareserkirin.     Di vî warî de hema bêje Parlementerê CHP’yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu bû hedef. Di ser vê re gef hatin xwarin, ji bo kuştinê bang hatin kirin...     Ji ber ku Tanrikulu daxuyand ku SİHA/Bayraktar sivîlan qetil dike, bi vegotineke nefretî re rû bi rû dimîne. Divê her kes li dijî vê rewşê derkeve. Divê hêzên demokrasiyê û sendîka li dijî vê derkevin. Divê her kes mafê jiyanê biparêze. 90 sal e em dizanin ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi polîtîkayên ewlehîparêz nayên çareserkirin. Ev 33 sal in ku li vî welatî tê gotin ku “em ê terorê biqedînin”. Nêzî 50 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan. Lê vê carê jî çareseriyê di SİHA/Bayraktaran de digerin. Ama ne wisa ye. Divê civak û partiyên siyasî nebin hevparê vî sûcê şerî û divê li dijî wê derkevin.    Li Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Gaziyê asîstanek behsa cinayetiyê dike. Di navbera kesê navborî de û yên li Încekê êrîşî cenazeyê Hatun Tuglukê kirin pêwendî heye. Divê em hemû xwedî li Tanrikulu derkevin. Bi rîskeke cidî re rû bi rû ye. Heke tiştek bê serê wî berpirsiyar AKP-Qesr e.   Wek partî hûn pêvajoya referandûma li Kurdistana Federe çawa dinirxînin?    Rêveberiya Kurdistana Federe  biryarek daye. Em HDP dixwazin ku ev biryar di nav pêvajoyeke demokratîk de hatibe dayîn. Em girîngiya demokratîkbûyîna partî û îktidaran diparêzin. Lê taliya talî biryara serxwebûnê hat dayîn. Em mafê ku her netew dikare çarenûsa xwe tayîn bike diparêzin. Wek her gelî, mafê kurdan jî heye ku kurd çarenûsa xwe diyar bikin. Lê em ji bo hîn demokratîktir bibe tenê dikarin hin teswiyeyan bikin. Rêza me ji bo vê biryarê heye, em serketinê dixwazin.    Helbet peydakirina yekîtiya netewî ya gelê kurd, vekirina parlementoyê, xebitîneke demokratîk dê me kêfxweş bike.  Bi polîtîkayên êrîşkar ne rê li ber Rojava û ne li ber Herêma Kurdistana Federe tê girtin. Divê çareseriyeke bê şer bê lêkolînkirin. Wê ji ber şer gelên Tirkiyeyê bedêlên giran bidin. Tirkiye daxuyaniyên tund dide. Bi ser de jî li sînor tatbîqatên leşkerî dike. Tu vê yekê çawa dinirxînî?     Ne mafê Tirkiyeyê ye ku mudaxileyî biryara gelekî din bike. Tirkiye, nemaze îktîdara AKP-Qesrê di nav xeyalên Osmanliyî de ye. Naxwaze bi riyên aştiyane pirsgirêka kurd çareser bike, li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî çareserkirina pirsgirêkê rolekî xitimîner dilîze. Em dibînin ku Tirkiye li erdnîgariya Kurdistanê bi polîtîkayên şerî dixwaze rê li ber têkoşîna gelan bigire.    Tê dîtin ku ber bi Efrînê ve muhîmatan dikişîne, li hemberî Rojavayê zimanekî êrîşkar bi kar tîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Li Rojavayê gel di nav şerekî wesayetê de ye û bi xweparastinê hewl dide bo gelên cîhanê bibe mînak, modeleke demokrasiyê têxe meriyetê. Avaniyeke xweser ava dike. Hemû gelên li wê erdnîgariyê tên temsîlkirin. Rola jinan zêde ye. Ya ku divê bê kirin ew e ku divê em vê hewldana biqîmet silav bikin û piştevaniya wê bikin. Em behsa xwişk, bira û xizmên gelê kurd dikin. Tenê em dikarin bi polîtîkayên aştiyane tevbigerin. Bi polîtîkayên êrîşkar ne rê li ber Rojava û ne li ber Herêma Kurdistana Federe tê girtin. Divê çareseriyeke bê şer bê lêkolînkirin. Wê ji ber şer gelên Tirkiyeyê bedêlên giran bidin.    Gelo dê mudaxileyek çê bibe?    Em di serdemeke zaf qurfbar re derbas dibin. Em hêvî dikin ku mudaxile çê nebin. Dê di encama van mudaxiliyan de gel ber bi şerekî dijwartir ve biçin. Divê mudaxileyeke wisa çê nebe. Heke mudaxileyek çê bibe, dê hemû komên siyasî tewrekî hevpar nîşan bidin. Em hêvî dikin ku nêvengeke şerî ya nû çê nebe.    MA / Ozgur Paksoy