Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e 2017-10-16 09:39:33 AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, li ser polîtîkayên hikûmetê yên derve rawestiya û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiye yên derve xelas bûne. Serokomar Erdogan ji ber polîtikayên derve ketiye panîkê. Hikûmet êdî nikare polîtîkayên derve diyar bike."  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Ziya Pir, di mijdara 2016'an de ji bo Cîgirê Serokê Komîteya Jêr a Meyldariya Teknolojiyê û Ewlehiya NATO-PA hatibû hilbijartin. Niha jî di civîna Rûniştina Payiza 2017'an a Bukreşê de wekî Cîgirê Serokê Komîsyona Jor a Meyldariya Teknolojiyê û Ewlehiya NATO-PA hat hilbijartin. Pîr, di heman demê de Endamê komîsyona Karên Derve yê Meclîsa Tirkiyeyê ye. Pîr têkildarî rageşiya Vîze ya di navbera Tirkiye û DYA, Herêma Kurdistana Federe, Îranê û geşedanên Îdbilê de axivî.    ‘DU SALIN POLÎTÎKA DERVE XELAS BÛ'   Pir, diyar kir ku Tirkiye êdî nikare polîtîkayên xwe yên derve diyar bike û wiha got: "Her îktîdar ji bo hebûna xwe berdewam bike divê polîtîkayên wê yên derve hebin. Em dibînin ku Serokomar di polîtîkayên derve de sefîran jî napejirîne. Hemû sefîrên konsolosanguhertin. Kesên hatin guhertin her çend şaşiyên wan hebin jî polîtîkayên wan ên karibin têkiliyan bi derve re bimeşînin jî hene. AKP di destpêkê de polîtîkayên derve meşand. Lê niha polîtîkayên xwe yên li derve bi temamî xelas kiriye.    Pîr anî ziman ku Têkiliyên di navbera Tirkiye, DYA û Tirkiye û YE'yê de pir hatine guhertin û wiha got: "Têkiliya Tirkiye û cîhanê xera bû. Êdi birokratên têkiliyên derve jî serê wan gêj bûne. Pîr, bal kişand manşetên rojnameyan ên ku gotina Serokê AKP'e Recep Tayyip Erdogan a di hevdîtina Serokê DYA Donald Trump a di civîna 72'emin Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ya “Em ji her demê bêtir nêzî hev in" û wiha got: "Niha jî Çapemeniya Qesrê li dijî DYA'ê dest bi terorê kiriye. Tirkiye ligel ambargoya Îranê dest bi bazirganiya dijzagonî kir. Ev yek qet bi xweşiya DYA neçû. Ji ber vê yekê îro Cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê li DYA'yê girtî ye. Herî dawî piştî konsolosê DYA hat binçavkirin, têkiliyên Tirkiye û DYA pir xera bûn.    Serokomar Erdogan NATO û YE bi “5'ên Şanghay" gef xwar. Ev welatên ku rastî gefan hatin di ferqa têkiliyên Tirkiye û Îranê dene. Tirkiye S-400 krîn. Nikare îzahata vê yekê bike. Bi Îrana ku heta duh bi wêre dijmin bû îro tatbîkata hevpar dikin. Bedelê vê yekê îro 80 milyon mirovên Tirkiye dide. Welatiyên Tirkiye jibo biçin DYA nikarin vîze bigirin. Polîtîkayên Tirkiye yên derve û Erdogan niha ketine panîkê. Erdogan sucdar e û gunehê wî zêde ne. Lê naxwaze di dadgehên navneteweyî de bê darizandin. Niha aboriya Tikiye têk çûye.Ji bo dengê wê yê daketine bin rêjeya 44’an bilind bike leşkerên xwe dişîne Idlibê û dixwaze têkeve Başûrê Kurdistanê."   VÎZEYAN 63 MÎLYAR ZERAR TA TIRKIYE   Pir, bal kişand ser girtina Deriyê Sînor ê Xabûrê û wiha got: "Ji Şirnexê heta Mêrdîn Kurdên li Tirkiye li ser vî derî bazirganiye dikin. Dîsa bazirganiya herêmê ji sedî 50 li ser vî derî pêş dikeve. Disa bi vê yekê kurd tên cezakirin. Piştî vîze hatin rawestandin Tirkiye bi 63 milyar tl zerar kir. Li hundir li dijî kurdan şereke heye. li dijî Başûr tatbîkatan dikin. Li dijî Rojava dikevin Idlibê. Îro DYA, YE û NATO-PA li dijî hemû bêhiqûqiya Tirkiye bêdeng e.