HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in 2017-10-15 17:44:32 STENBOL - Rêxistina HDP'ê 5'emîn salvegera xwe li Stenbolê pîroz kir. Di şahiyê de ji bo azadiya Ocalan dirûşme hatin berz kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku ew dê vê keştiyê bi piştevanî û şewirê bigînin gravê û wiha got: "Hêviyên me mezin in. Em dê bi hevre bi ser bikevin."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 5'emîn salvegera damezirandina xwe li Dika Atîlla Îlhan a Navenda Çandê ya Mustafa Kemal a Akatlara Beşiktaşê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de Hevserokê sazumankarê HDP'ê Yavuz Onen û Fatma Gok, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku ji peywirê hat girtin Ahmet Turk, Parlamenterên HDP'ê Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevparên HDK'ê, Serokê Giştî (DİSK) Kani Beko, Gulten Kaya, Seroka Giştî ya ANAP'ê Nesrin Nas, Revêberên Odeya Tabîban a Stenbolê û gelek hunermend û siyasetmedar amade bûn.    Li salonê bi kurdî û tirkî pankartên "Bi Karker û kedkaran sala 5'emîn", "Bi azadiya jinê sala 5'emîn", "Bi wîcdan û edaletê sala 5'emîn", "Bi şewirmendî û xweh û biratî sala 5'an", "Bi hevî û wêrekî sala 5'an", "Bi hezkirin û aştiyê sala 5'emîn" û bi pankarta kesên di şerên Sûr, Cizîr, Şîrvan, Soma, Roboskê de jiyana xwe ji dest dan li ser hebû ya "Em we ji bîr nakin" hatin daliqandin. Dîsa wêneyên Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û hevseroka berê Figen Yuksekdag û parlamenterên girtî hatin vekirin.    Şahî bi silavkirin û xwendina helbestê dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder helbesta Adnan Yucel a "Heta ku ruyê erdê bibe ruyê evînê" xwend. Dema Onder got "Em fikr û nerînên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi hurmetî u hezkirin silav dikin girseya li salonê bê navber siloganên "Biji Serok Apo" berz kirin.    'EM DÊ DI 4'Ê MIJDARÊ DE HEVALÊN XWE SLAV BIKIN   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, axaftina vekirine kir û wiha got: "Ji avakirina partiyê heta niha me bi sedan hevalên xwe winda kirin. Li Pirsûs, Enqere, Cizîr, Sîlopya û komkujiyên din bi sedan hevalên me hatin kuştin. HDP li dijî êrîşên topyekun berxwedanek topyekun dimeşînin. Em ê vê keştiyê bi piştevanî û şewirê bigînin gravê. Hêviyên me mezin in. Em dê bi hevre bi ser bikevin.   HDP, ji bo aştî, demokrasî û edaletê bîne Tirkiye têkoşiya û têdikoşe. Ji bo keda demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têdikoşe. Em di van êrîşên li dijî me pêk tên de dibînin ku em di têkoşîna xwe de çiqas mafdar in. Em dizanin ku li Tirkiye alternatifa gelên Tirkiye ya têkoşînê hebe ew jî HDP ya berxwedêr e. "