Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin 2024-02-11 10:44:33 ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Îzmîrê bi komeleyên herêmî re civiya û wiha got: “Ji bo avakirina Rêya Sêyemîn, hilbjartin ji bo me tenê rawestgeheke. Em dixwazin ne tenê hilbijartinan, demokrasiyê jî qezenc bikin.”  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi tevlibûna Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari re bi rêxistinên civaka sivîl re civiya. Hevdîtin li eywaneke dawetê ya li Bayrakliyê hat lidarxistin. Hatîmogûllari di hevdîtinê de bi zimanên kurdî, tirkî û erebî beşdar silav kir û wiha bal kişand ser girîngiya zimanên gelan: “Bi vê yekê re ma em gel ji hev parçe dikin an jî cihêkariyê dikin? Bêguman na.” Bi domdarî Hatîmogûllari got ku yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê xizanî ye û di rewşa nebaş a welêt de rêveberiyên herêmî jî bibandor in.      BAL KIŞAND SER BERNAMEYA ADILANE Û DEMOKRATÎK   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Encamên hilbijartinên xwecihî dê bandoreke mezin li hikûmeta navendî bike. Niha ji gelek sendîka û rêxistinên ked û pîşeyî hevalên nûner li vir hene. Divê em bi hev re ji bo bernameya aboriyê ya adilane bi hev re têbikoşin. Weke DEM Partiyê yek ji xalên herî girîng a di bernameya me de, xistina meriyetê ya bernameyeke adilane û demokratîk e.”    ‘TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYÊ DÊ BIDOME’    Hatîmogûllari, got ku jin dixwazin li bajaran bi awayekî azad bijîn û wiha pê de çû: “Em jin naxwazin tu kes mudaxileyî por, ser, etek, makyaj û dersoka me bike. Em betalkirina Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 û binpêkirina mafê nefeqeyê qebûl nakin. Em jin dê dev ji daxwazkirina mafên xwe bernedin, ji bo mafên xwe û azadiya xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em hebûn û dê her hebin.”    LIHEVKIRINA BAJAR   Di berdewamê de Hatîmogûllari got ku dê şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de bistînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm, yek ji nîşaneyên herî girîng a avakirina rejîma otorîter û faşîst e. Qeyûm tê wateya binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ya mafê gelê kurd. Em ê şaredariyên xwe bi îradeya gel birêve bibin. Me ji bo bajarên rojava bi taybet jî behsa lihevkirina bajar kir. Em ne tenê qala partiyên siyasî yên dikarin bikevin hilbijartinê dikin. Rêveberiya demokratîk tê wateya tevlibûna hemû dînamîkên bajar, jin, zarok, ciwan û hwd. a di nava rêveberiyê de. Tê wateya tevlibûna rêxistinên demokratîk ên girseyî û saziyên civaka sivîl. Dema em qala lihevkirina bajar diknin, em vê yekê vedibêjin. Lihevkirina bajar, tê wateya rêveberiyeke ku hemû gel û baweriyên cuda di nava xwe de dihewîne.”    'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Herî dawî jî Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew dixwazin welêt bi feraseteke ekolojîk û demokratîk were birêvebirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Ji bo aramî û aştiya welat, ji bo demokrasiyê em bûn rêwiyên Rêya Sêyemîn. Hilbijartin, ji bo avakirina Rêya Sêyemîn tenê yek ji rawestgehan e. Em naxwazin tenê hilbijartinan qezenc bikin. Her wiha dixwazin demokrasiyê jî qezenc bikin. Divê hûn bizanin ku em ê li bajarên rojava li her devera ku lihevkirina bajar dikare lê were kirin em ê vê rêbazê bi cih bînin. Bi serkeftina hilbijartinê re em ê hem li rojava hem jî li Kurdistanê ji bo kesên bindest, ji bo avakirina komareke demokratîk gavekî girîng biavêjin. Ev yek jî girêdayî ruhê we yê piştevaniyê ye.”