DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê 2024-01-25 13:16:13   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê ji bo lêkolînkirina sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirsek dan Meclisê û gotin ku bicihanîna edaletê berpirsyartiya Meclisê ye.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Uysal têkildarî bi darê zorê windakirina Serokê Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz pêşnûmepirs da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de hat gotin ku Serdar Taniş û kesên pê re tevî gefa Fermandarê Lîwaya Cendirmeyan a Şirnexê General Levent Ersoz û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Silopiyayê Serpel Suleyman Can a “Li herêma ez lê HADEP nikare bê vekirin, em destûrê nadin” jî di 3’yê çileya 2001’ê Rêxistina HADEP’ê ya Silopiyayê vekirin û piştre jî zext û gefên kuştinê yên li dijî van kesan zêde bûn.    JI BO ÎFADEYÊ BIRIN Û ÊDÎ TU AGAHÎ JÊ NEHATIN GIRTIN    Bi domdarî hat gotin ku di vê pêvajoyê de bi otomobîleke bi marka fiatê rê li ber Taniş hate girtin û sê kesan xwestin wî birevînin. Di berdewamê de wiha hate gotin: “Li ser telefona ji Fermandariya Cendirmeyan, Taniş û Denîz ji bo îfadeyê çûn fermandariyê. Lê ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Suleyman Can pênc rojan got ku wan Taniş û Denîz nedîtine. Lê piştî zexta cemaweriyê, Waliyê Şirnexê Huseyîn Başkaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku Taniş û Denîz di 1’ê sibata 2001’ê de çûne Fermandariya Cendirmeyan û ‘nîvsaet piştre ji wir derketine.’   DI BERPIRSYARTIYA MECLISÊ DE YE   Lêpirsîna têkildarî windakirina bi darê zorê hatiye vekirin di 9’ê sibata 2004’an de bi biryara neşopandinê biencam bû. Têkildarî mijarê DMME’yê jî biryara binpêkirinê da. Li gorî Navenda Hafizeyê, herî kêm hezar û 353 kes bi darê zorê hatine windakirin. Tu kes nikare sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bi polîtîkayên necezakirinê û demborînê veşêre. Mîna ya Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz, hêj bi hezaran cînayetên kiryarnediyar nehatine ronîkirin û mixabin bi ser hatiye girtin. Bidawîkirina binpêkirinên mafan ên sîstematîk û eşkerekirina aqûbeta windakiriyan, dîtina faîlan û bicihanîna edaletê erk û berpirsyartiya Meclisê ye.”