Buldan: Gelê me dê bi hêza xwe ya cewherî wan bend û îtifaqan hilweşîne 2018-05-08 14:57:44   ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got: “Her du îtifaq jî li dijî HDP’ê ava bûne. Xwestin bi vî awayî me di bin bendê de bihêlin. Lê em ê wan bendan bi hêza cewher a gelê xwe hilweşînin.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclîsê axivî û têkildarî mijarên di rojevê de nirxandin kir. Buldan di destpêka axaftina xwe de Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ên 46 sal berê hatin darvekirin bibîr anî û diyar kir ku ew wek HDP’ê girêdayî mîrateya têkoşîna Denîzan in û dê  vê têkoşîna birûmet birêve bibin. Buldan got ku demek kurt ji hilbijartina zordest re ma û li gorî serdanên wan ên li bajarê heremê û Tirkiyeyê bawerî û biryariya gel dîtin e ku dê biser bikevin.    ‘GELÊ ME JI ZÛ VE JI 24’Ê HEZÎRANÊ RE AMADE YE’    Buldan anî ziman kul i gel hemû zext û pêkanînên OHAL’ê gelê wan ji hilbijartinê re amade ye û got: “Di serî de ez gelê me Botan û Serhedê û tevahiya gelê me silav dikim û spasiyê xwe ji wan re dikim. Hezkirinek û eleqeyek ew qas mezin li hember HDP'ê heye, bi gotinan nayê ziman. Ji heft salî heta heftê saliyan gelê me ji zû ve ji bo hilbijartinê amade ye. Gelê me bi çar çavan li benda 24’ê Hezîranê ye. Dê Gelên kurd û Tirkiyeyê di sindoqan de şîmaqê li wan bide. Gel xwe ji bo wê şîmaqê amade dike.”    ‘EV ÎTIFAQ LI DIJÎ HDP’Ê HATIN AVAKIRIN’    Buldan bal kişand ser îtifaqên hilbijartinê yên hatine ava kirin û wiha domand: “Dê ev îtifaq demokrasiyê nikaribin bînin Tirkiyeyê. Îtifaqa rast û nijadperest li nav hev ketiye. Li aliyê din jî HDP ya ku xeta demokratîk diparêz e HDP heye. Îtifaqên wan îtifaqa tirsê ye. Bi qirîzê hatin dê bi qirîzê biçin. Bila viya her kes wisa zanibe. Van îtifaqên li qadê li hev kirine, îtifaqên li dijî HDP’ê hatine avakirin e. Ji bo em bende derbas nekin û neçin Meclîsê van îtifaqan ava kirin. Lê em ê wan îtifaqan bi hêza cewher a gelê xwe hilweşînin. Dê li hember HDP’ê şerm bikin. Tekane riya bê bijartin û hêviya Tirkiyeyê HDP ye. Em li pey kesî nebeziyan, me bazariya qirêj nekir û helwest û biryara me li holê ye. Îtifaqa herî birûmet a nav kurdan û bi hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê re ye. Tenê ev îtifaqa hilbijartinê ye. Ev îtifaqa têkoşînek domdirêj e. Hefteya bihûrî partiyên kurd di navbera xwe de îtifaqek ava kirin. Ev ji bo îtifaqa neteweyî ya kurd xwedî girîngiyek dîrokî ye. Ji bo em îtifaqa kurd bikin sazîbûn, berpirsyariya dîrokî ye.”    ‘DIVÊ DEMÎRTAŞ Û HILBIJÊR MIL BIDIN MILÊ HEV’    Buldan da zanîn ku namzetê Serokomariyê yê tekane ku dikare pira demokrasî û aştiya navbera gelan ji Edîrneyê heta Colemêrgê ava bike û ku hemû gelên Tirkiyeyê jê hez dikin Selahattîn Demîrtaş e û wiha dewam kir: “Demîrtaş ji aliyê desthilatdariyê ve wek dîl girtiyekî tê ragirtin. Li gel ew di nav çar dîwaran de ye jî hêvî û moral dide her kesî û çareseriyê li pêş dixe. Lê li gel Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar tîne jî bawerî nedaye gelên Tirkiyeyê. Dîl girtina Demîrtaş dîlgirtina bi milyonan hilbijêrên HDP’ê ye. Erdogan dibêje ‘Hilbijartina pêşbaziyek demokratîk e û yên ji xwe bawer in bila bikevin pêşbaziyê.’ Em jî jê dipirsin; hemin wisa yebi hezaran kadroyên partiya me û endamên me çima di girtîgehê de ne û nikarin xebata hilbijartinê birêve bibin. Çim adi girtîgehê de ne? Hûn ji hemû derfetên dewletê sûd werdigirin û propaganda xwe dikin, lê çima namzetê me di girtîgehê de dîl tê girtin? Ji roja nazmetiya Demîrtaş aşkere bû şûn ve divê bigîhişta azadiya xwe û bi hilbijêrên xwe re mil bida milê hev û pêvajoyê birêve bibirina. Heke ku hûn ji xwe bawer in, natirsin birêz Demîrtaş berdin bila derkeve qadan û bi wî re bikevin pêşbaziyê.”    ‘AKP MÎNA QASETA XERABÛYÎ XWE DUBARE DIKE’    Buldan bal kişand ser manîfestoya hilbijartinê ya AKP’ê û got ku yên ku rûxandinê pêk anîn niha jî dixwazin bi manifesto ango bi heman gotinên xwe yên 16 salan xwe ji vê enqazê rizgar bike. Buldan got ku bajarên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Efrînê wa li ber çavan e û di 24’ê Hezîranê de dê gel dersa pêwîst bide. Buldan deshilatdariya AKP’ê şiband qasetên xerabûyî yên teyibê û anî ziman ku AKP mîna qasetên xerabûyî bandê wan xwe ji nû ve dubare dike.    ‘NE EM Ê TE BIKIN SEROK Û NE JÎ 400 WEKÎLAN DIDIN TE’    Buldan diyar kir ku her çiqas Erdogan gotinên ji bo demokrasiyê bike jî lê dê gel di 24’ê Hezîranê de fîşê wan bikişîne û bêyî HDP’ê parlamento nabe û tekane riya rizgariya ji AKP’ê ew e ku gel xwe li dora HDP’ê û Demîrtaş bike xelek. Buldan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax bigerin û xebatên birêve bibin. Em ê bi rihê 7’ê Hezîranê serkeftinê bi dest bixin. Guhertina vê pergala xerab di destê gel de ye. Tu dikarî biguherîne. Em jî sond dixwin û ji Tayyîp beg re dibêjin em ê ne seroktiyê û ne jî 400 wekîlan bidin te. Ji bo em vê soza xwe bicih bînin, ez bang li hemû hilbijêran dikim bila qeyda dengê xwe lêkolîn bikin û serlêdanên pêwîst bikin.”