Li Geverê ji bo dengdayîna gel, delege li ser sindoqan e 2024-01-16 15:25:00   COLEMÊRG - DEM Partî li navçeya Geverê ji bo namzetên hevşaredariyê diyar bike, pêşhilbijartinê li dar dixe.     Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo namzetên hevşaredariyê, namzetên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr diyar bike pêşhilbijartinê didomîne. Yek ji navnîşanên îro pêşhilbijartin lê tê kirin jî navçeya Geverê ye. Pêşhilbijartina ku hate plankirin di 13’ê çileyê de li Geverê bê kirin lê ji ber barîna berfê hate taloqkirin, li Eywana Dawetê ya Tekçeyê tê lidarxistin.    ARMANC: BI GELÊN LI ROJHILATA NAVÎN RE HEVJIYANA HEVPAR E    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê yê berê Saît Dede yê piştî hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê axivî, destnîşan kir ku partiya wan ne tenê partiya hilbijartinê ye, dozdara têkoşîna azadî û aştiyê ye. Dede, da zanîn ku tevgereke 50 salî ne û wiha got: “Armanceke vê tevgera siyasî ya 50 salî heye. Ev armanc jî ew e ku li ser axa xwe, bi gelên Rojhilata Navîn re bi ziman û nasnameya xwe re jiyaneke azad, demokratîk û wekhev bijîn. Em ji kesê tiştekî zêde naxwazin û daxwaz nakin. Em tişta ku mafê me ye dixwazin. Weke hemû gelên din ziman, nasname û axa me jî heye. Di vê oxirê de gelê kurd bi hezaran zarokên xwe windakirine.”   ‘ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK Û FIKRÊN BIRÊZ OCALAN IN’     Dede, îşaret kir ku li her derê Tirkiyeyê krîzeke siyasal, aborî û civakî heye û anî ziman ku çareseriya hemû krîzan ew e ku fikir û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk bi cih bên.    Piştî axaftinên hatin kirin, danasîna bernamzetên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajêr hate kirin.      Piştî danasînê li eywanê dengdayînê dest pê kir.