Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin? 2024-01-15 12:35:09   AMED - Pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên 3 navçeyên Amedê, dest pê kirin. Hat zanîn ku piştî temambûna turên yekemîn ên pêşhilbijartinan dê yên tura duyemîn dest pê bikin.     Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê dest bi pêşhilbijartinên gel kir. Li Amedê ji bo 17 navçeyan plansazî hatibû kirin ku pêşhilbijartin duh temam bibe. Lê ji ber hin kêmasiyên teknîkî, pêşhilbijartin taloqî îro bûn. Li gelek navçeyan pêşhilbijartin ji tura duyemîn re man. Hat zanîn ku hilbijartinên tura duyemîn dê piştî temamkirina tura yekem, bên lidarxistin.    Rewşa dawî ya pêşhilbijartina navçeyan wiha ye:    * Peyas: Ji ber kêmaniyên teknîkî bikaranîna dengan taloqî îro bû. Pêşhilbijartinê li Eywana Dawetê ya Ayaz Elegance dest pê kir.    * Bajarê Nû: Ji bernamzetên jin Safiye Akdag û Belgîn Dîken; ji bernamzetên zilam Alaattîn Zugurtlî û Mehmet Ergun ji tura duyemîn re man.    * Rezan: Ji bernamzetên jin Leyla Ayaz û Roza Hanim Altindag û ji bernamzetên zilam Mehmet Devîren û Siraç Çelîk ji tura duyemîn re men.    * Sûr: Ji bernamzetên jin Gulistan Sevîtek û Fatma Onkol; ji bernamzetên zilam Adnan Orhan û Mehmet Asana ji tura duyemîn re man.    * Erxenî: Ji bernamzetên jin Bîrsen Azak Bayar û Mûkaddes Dogan û ji bernamzetên mêr Şiyar Guldiken û Ferman Aslan ji tura duyemîn re man.    * Bismil: Pêşhilbijartinên ji ber kêmasiyên teknîkî nehatiye kirin dê îro li Eywana Dawetê ya Zalê werin kirin.    * Farqîn: Pêşhilbijarina ji ber kêmaiyên teknîkî nehatiye kirin dê îro li Eywana Dawetê ya Goldê were kirin.     * Şankûş: Dê iro ji bo diyarkirina bernamzetên şaredariya bajarê mezin li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê deng werin bikaranîn. Dê hevserokên şaredariyê bi pêşhilbijartina gel werin diyarkirin.    * Çermûg: Dê îro ji bo diyarkirina bernamzetên şaredariya bajarê mezin li avahiyê DEM Partiyê yê navçeyên sindoq werin danîn. Dê hevşaredarên navçeyê, bi meyla partiyê werin diyarkirin.     * Gêl: di hilbijartinên di avahiyê partiyê ya li navçeyê de hatiye kirin de Mehmet Zulkuf Polat hate hilbijartin. Bernamzeta jin dê bi meyla partiyê were diyarkirin.    * Karaz: Evîn Ay li ser meyla gel hate hilbijartin. Bernamzetên mêr Abdulbasît Yaşa û Mehmet Şik ji bo tura duyeîn man.    * Licê: Ji bernamzetên jin Dîlek Diyar Ozer û Revşan Karademîr û ji bernamzetên zilam Bûrhan Erol û Firat Demîr ji tura duyemîn re man.     * Pasûr: Fatma Ay di tura yekem de ser ji sedî 50’an zêdetir deng stend. Bernamzetên mêr Mûrat Îpek û Emîn Ay jî ji tura duyemîn re man.    * Pîran: Ji bernamzetên jin Zulfiye Kişmîr û Melek Çevîk û ji bernamzetên zilam Haci Akengîn û Ensarî Yilmaz herî zêde deng stendin. Hilbijartin ji tura duyem re ma.    * Hezro: Ji bernamzetên jin Hasîbe Yazdik û Berfîn Bûldî û ji bernamzetên mêr Erhan Guven û Halîs Ûlaş ji tura duyem re man.    * Xana Axpar: Semra Akyuz di tura yekem de ji ser sedî 50’an zêdetir deng stend. Bernamzetên zilam Mahmût Ûlûs û Mehmet Şerîf Arzû ji tura duyem re man.