Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir 2024-01-14 13:30:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna di pêşhilbijartina li Amedê de de didome. Li aliyê din li gelek bajaran tura duyemîn a hilbijartinan dest pê kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina hevşaredaran û endamên meclisa şaredariyan û meclisa giştî ya bajar, li Amedê pêşhilbijartinê li dar dixe. Bi hezaran delege j bo dengdayînê çûn ser sindoqan. Di pêşhilbijartinê de coşeke mezin heye û dengdayîn didome.    Her wiha li gelek herêmên Serhed û Botanê jî duh pêşhilbijartin hatibûn lidarxistin û hilbijartin ji bo tura duyemîn mabûn. Îro jî li Sêrt, Çewlig, Êlih, Wan, Agirî, Mêrdîn û Şirnexê tura duyemîn a hilbijartinan dest pê kirin. Bi hezaran delege careke din çûn ser sindoqan.