Dê Meclis ji bo Can Atalay necive 2024-01-09 15:07:57   ENQERE - DEM Partî jî di nav de partiyên muxalefetê ji ber biryarên têkildarî Can Atalay banga civîna awarte li Meclisê kiribû lê ev daxwaz nehat qebûlkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), CHP, TÎP, Partiya Saadetê, Partiya Gelecekê, Partiya DEVA’yê û Partiya Demokrat piştî ku biryarên AYM’ê yên têkildarî Parlamenter Can Atalay nehatin bicihanîn, bang li Meclisê kir ku di 9’ê çileyê de bi awayeke awarte bicive.    Serokatiya Meclisê erênî yan jî neyînî tu bersivên nivîskî neda bangawaziya partiyên muxalefetê. Hat zanîn ku CHP’iyan sedema vê ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş pirs kirin û Kurtulmuş gotiye ku Meclis niha di betlaneya fermî de nîne lewma mimkin nîne ev daxwaz were qebûlkirin.    BERSIV NEDAN MUXALEFETÊ    Hat zanîn ku tu bersivên nivîskî jî ji muxalefetê re nehatine dayîn. Lewma hat zanîn ku Meclisa ku dihat payîn îro saet di 15.00’ê de bicive dê necive.