TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê 2023-12-12 15:30:49   ENQERE - Şandeyeke ji TÎP’ê çûn serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan.    Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî di nav de, şandeyeke ji TÎP’ê çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. Şande, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji hêla Hatîmogûllari û Bakirhan ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de têkildarî geşedanên heyî hevdîtin hatin kirin.