Kerestecîoglu: Dê du îtîfaqên rastgir bi HDP'ê re bibezin 2018-05-02 14:17:44 ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, bal kişand ser îtifaqên ku hatine avakirin û amadekariyên hilbijartinê û wiha got: “Me berê gotibû ger ku îtîfaqa jinê û îtîfaqa kedkar û karkeran hebe îtîfaqa cumhur li ber wan ne tiştek e û wiha got: "Niha em bi du tifaqên rastgir re êdî dikevin pêşbirgê. Ew bila biçin wî alî  HDP bê vî alî. Bila deng ji bo HDP’ê bin."    Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, der barê îtîfaqên tên avakirin, niqaşên li ser hilbijartinê û geşedanên dawî li meclîsê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Kerestecîoglu bal kişand ser pirozbahiya 1'ê Gulanê ya bi coş û wiha got: “Pîrozbahiya 1'ê Gulanê provaya 24'ê Hezîranê bû. Helwest û daxwazên xwe diyar kirin. Li ser vê axê ji serdema Osmanî de 1'ê Gulanê tê pîrozkirin. Duh li Dersimê bûm. Li Taksimê mudaxaleyî karkeran kirin. Lê hêj îktîdarê fabîya Taksimê ji ser xwe neavêtiye. Em hêvîdarin ku rojek bê îktîdar êdî vê tirsê ji ser xwe bavêje. Qada Taksimê dê bibe qada ku pêşandanên Demokrasiyê lê xwe bidin pêşandan. Îktîdar ji niha de sozên hilbijartinê dide. Dê bi kevçî bide û çoçikê ji gel bistîne. Em di her hilbijartin de rastî heman tiştan tên. Hikûmet di deqeya dawî de efoya bac û îmarê tine. Piştî hilbijartinê jî dîsa vedigere eyara berê.  Li şûna AKP mafê gelan biparêze, mirovan dixapîne û wan dişelihîne. Em dibêjin 1000 tl yên wan bigirin. Hûn bêtir jî heq dikin. Lê dengê xwe nedin wan.  Dibêjin me efoya xwendekaran anî. Lê xwendekarê ji lîsteya terorê neyên darizandin tune ne. Yên di 1'ê Gulanê de û Newrozê de daket qadan û li dijî şerê li ser Efrînê derket wekî teror tê pînekirin. Wekî xwendekarên zanîngeha Bogaziçî polîtîk û aştiye diparêzin hatin girtin û pîneya terorê li wan xist. "    LEŞKERIYA BI ZORÊ RAKIN   Kerestecîoglu, bal kişand ser pirsgirêka leşkerî û wiha got: "Reda Wîcdanî mafekî mirovî ye. Em bi salan dibêjin leşkeriya mecbûrî rakin. Lê ji bo wan şer û ciwanên ku di vî şerî de bên kuştin ne girîng e. Em tenê dixwazin îktîdara xwe garantî bikin. Bi helîkopterê Serfermandar diçe Serokomarê 11'emîn ku îhtîmala bibe namzet ziyaret kirin. Kesê ku got 'Ez dê mudaxaleyî vesayeta leşkerî bikin û hat îktîdarê, bi veyaseta lekerî bi rêve dibe. Serfermandar ji bo kesên dixwaze bibe namzet wan îkna dike ku nebin namzet. Nûçeyên der barê vê yekê de tên rakirin û kes der barê vê veyasetê de tiştekî nabêjin."    ERDOGAN NE MÛTLAK E   Kerestecîoglu, der barê namzetê HDP'ê de jî got: “Em dixwazin ev hemû êş û binpekirinên mafan bi dawî bibin. Em dixwazin welatê ku bi siyaseta derew neyê bi rêvebirin pêş bikeve. Em dixwazin bi aqilê kolektif, dostanî û piştevaniyê bê rêveberin. 24'ê Heziranê dê bibe guhertina vê dirokê. Demokrasî dê bibe kevirê kuçê. Li vî welatî dê hemû welatî fikr û ramanên xwe aşkere bêjin. Dibe ku namzetê me S û D be. Erdogan ne kesê ku têk neçe ye."    Kerestecîoglu, îtîfaqên hatin avakirin jî rexne kir û wiha got: “Me berê gotibû ger ku îtîfaqa jinê û îtîfaqa kedkar û karkeran hebe îtîfaqa cumhur li ber wan ne tiştek e û wiha got: "Niha em bi du tifaqên rastgir re êdî dikevin pêşbirgê. Ew bila biçin wî alî  HDP bê vî alî. Bila deng ji bo HDP’ê bin."