Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin 2018-04-28 19:43:53   WAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di axaftina xwe ya li Wanê de bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Erdogan da ku gotibû ‘Partiya kurdan tune ye’.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlementer Meral Daniş Beştaş, Adem Geverî, endamên HDP, DBP’ê, aktivîstên TJA, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li xwarina ku HDP’a Wanê da bûn.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina zordest û her wiha bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê û Serkomar Recep Tayyip Erdogan da ku gotibû ‘Partiya kurdan tune ye.’Bûldan destnîşan kir ku HDP partiya kurd û tirkan, elewî û suniyan, jin û ciwanan e. Bûldan, diyar kir ku HDP bi tu awayî cudaparêziyê nake û partiyeke ku ji bo Tirkiyeyê doza aştî, azadî û wekehviyê dike. Bûldan got: “HDP, li dijî yekparêziyê partiya pirdengiyê yeç Niha em partiyeke Tirkiyeyê ne ku me dest daye destê hevdu. Dê gelê Wanê bersiva herî baş bide Serokomar ku dibêje ‘Partiya kurdan tune ye.’ Em ê di 3’yê Gulanê de namzetê xwe yê ku ji bo Tirkiyeyê doza demokrasiye dike, ciwan û jinan diparêze derxin pêşberî gelên Tirkiyeyê. Em ê li vî bajarî AKP’ê bikin partiya tabelayê.” Bûldan destnîşan kir ku dê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê AKP’î bên doza dengan ji waniyan bikin, lê belê gelê kurd deriyên xwe li AKP’ê girtine.