‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’ 2023-05-26 11:10:44   COLEMÊRG - Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez diyar kir ku Colemêrg di 14’ê Gulanê de bû hêvî û wiha got: “Em ê vê hêviyê mezin bikin, dê di tûra duyemîn de bloka faşîst bê têkbirin.”   Li Colemêrga k udi hilbijartinên Serokkomarî û Giştî de tevlibûna ji sedî 83,57 bû, ji bo hilbijartina tûra duyemîn a 28’ê Gulanê xebat didomin. Li bajarê ku 186 hezar û 358 hilbijêr lê hene namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 72,32, namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan jî ji sedî 24,64 deng wergirt. Di hilbijartinên giştî de jî Partiya Çepên Kesk ji sedî 62,45 deng girtin û her 3 parlamenterên bajêr bi dest xist.    Onûr Duşunmez ê ji Partiya Çepên Kesk weke parlamenterê Colemêrgê hate hilbijartin ji bo hilbijartinên tûra duyemîn banga çûyîna ser sindoqê li gel kir.    SENARYOYÊN AKP’Ê YÊN HILBIJARTINÊ    Duşunmez, hewldanên AKP’ê yên beriya hilbijartinê bi bîr xist û wiha got: “AKP ji bo encama 2018’an bi dest xistî, di 2023’yan de jî bi dest bixe gelek hewl da, ji bilî saetên mesaiyê jî bi nûnerên YSK’ê re hatin bahev dîsa hema bêje ji walîtiyê derneketin. Xwestin wê senaryoyê têxin meriyetê lê me bi piştevaniya hevalên xwe nobeta demokrasiyê dan destpêkirin û ev rewş veguherand. Nobetên demokrastiyê yên du şevan berdewam kirin encam dan, me wekîltiyên ku AKP’ê bi feraseta talanê hewl dida xesp bike parastin û mazbatayên xwe wergirtin. Bajarê me bi 3 û 0’ê ji vê hilbijartinê bi awayekî serkeftî derket. Me li Colemêrgê serkeftina hilbijartinê bi awayekî bicoş pîroz kir. Vê yekê moral da hemû gelên Tirkiyeyê.”   ‘COLEMÊRG JI GELAN RE BÛ HÊVÎ’    Duşunmez, bi lêv kir ku encama moral û motivasyona hemû gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji serkeftina gelê Colemêrgê wergirt, dê di hilbijartina Serokkomariyê de jî nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Em ê vê serkeftinê wêdetir bibin. Gelê Colemêrgê ji bo hilweşandina vê hevkariya zilm û talanê û bloka faşîst a netewperest bû hêviyek. Em ê vê hêviyê mezin bikin, em ê bi vê hêviyê di hilbijartinên Serokkomariyê de bloka faşîst têk bibin.”   ‘ENCAM HATIN MANÎPULEKIRIN’     Duşunmez, diyar kir ku di hilbijartinan de nêzî 8 milyon hilbijêr neçûn ser sindoqan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên neçûne ser sindoqan ew ên ku li dijî AKP’ê û MHP’ê ne. AKP’ê bi hemû hêza xwe walîtî, qeymeqamtî, hêzên ewlehiyê û medyaya xwe ya alîgir di van hilbijartinan de di nav seferberiyê de xebitîn. Hemû hêzên xwe bikaranîn lê ji sedî 49,5 deng girtin. Ev jî rastiyê nîşan nade. Ji ber ku encamên hilbijartinê ji aliyê medyaya alîgir ve hatin manîpulekirin.”   BANGA ÇÛYÎNA SER SINDOQAN    Duşunmez, destnîşan kir ku dê di 28’ê Gulanê de hemû encam derkevin holê û ev bang kir: “Divê hemû welatiyên ku dengên xwe nedane, biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin aştî, edalet û wekheviyê.”