Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin 2023-05-24 19:33:09 ENQERE – Partiya Çepên Kesk û HDP, piştî civîna xwe ya awarte daxuyaniyeke bi nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tayinkirina qeyûman nayê qebûlkirin û wê helwesta xwe ya dawî ya têkildarî hilbijartinên 28'ê Gulanê sibê eşkere bikin.    Lijneyên Rêveber ên Navnedî yên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî îmzekirina protokola di navbera namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag de, li hev civiyan. PIştî civînê daxuyaniyeke bi nivîskî hat belavkirin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sedema bingehîn a pirsgirêkên li welêt pêkanînên ne li gor demokrasiyê û rêgezên hiqûqa navneteweyî ne û wiha hat gotin: "Pêkanînên sereke yê di vî warî de, bi taybetî pêkanînên polîtîkayên qeyûmtiyê ne ku vîna gel û hiqûqa hilbijartinê û demokrasiya xwecihî serobino dikin. Tayinkirina qeyûman ku vîna gel xesp dikin û di warê demokrasî û hiqûqê de nayê qebûlkirin û helwesta me ya di vî warî de naguhere."    Di daxuyaniyê de ji bo daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên îro jî hat gotin ku, li dijî rêgezên demokratîk ên gerdûnî ne. Di daxuyaniyê de dubare hat destnîşankirin ku helwesta wan û rexneyên wan ên di vî warî de zelal û eşkere ne wiha hat gotin: "Pêkanînên qey»mtiyê tenê ne prisgirêka Amedê ne, pirsgirêka Stenbolê û bi awayekî giştî prisgirêka me hemûyan e."    Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku dê têkoşîna wan a ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê bidome.    Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê helwesta xwe ya dawî ya ji bo hilbijartinên 28'ê Gulanê sibê eşkere bikin.