Tifaqa Milet civiya 2023-05-17 16:34:05     ENQERE - Serokên giştî yên pêkhateyên Tifaqa Milet beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li Navenda Giştî ya CHP’ê civiyan.    Pêkhateyên Tifaqa Milet, piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê, cara ewil li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) hatin ba hev. Serokê Giştî yê CHP’ê û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû, Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal tev li civînê bûn.    GOTINÊN NETEWEPEREST Û KURD   Rojeva sereke ya civînê hilbijartinên serokkomariyê ye. Di vê çarçoveyê de yek ji mijarên sereke yên dê li ser bê axaftin jî neçûna ser sindoqan a hilbijêrên Partiya Îyî ye. Her wiha rojeveke din jî meşandina polîtîkayeke bêyî ku “dilê kurdan bihêlin” e. Ev polîtîka jî dê li ser esasê pêşwazîkirina daxwazên namzetê serokkomariyê Sînan Ogan û neteweperestiyê bin.    DÊ DEVA, SAADET Û GELECEK LI QADÊ BIN   Her wiha ji bo partiyên Saadet, Dev û Gelecek bêhtir li qadan bin û hewl bidin di mijarên weke “propaganda, qanehkirina hilbijêrên neçûne ser sidoqan û hilbijêrên muhafazakar” bixebitin.    BOYKOTKIRINA SINDOQAN   Yek ji mijarên sereke ya civînê jî boykot e. Ji bo pêşîlêgirtina boykotê dê xebat bên kirin.