CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin 2023-05-17 11:42:58 ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Muharrem Erkek got ku di hilbijartina serokkomariyê de wan tespît kiriye ku girtekên 2 hezar û 269 sindoqan û di hilbijartina parlamenteriyê de jî girtekên 4 hezar û 825 sindoqan hev nagirin. Erkek, diyar kir ku dê hilbijartina li pêş pir hêsantir bibe.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Muharrem Erkek têkildarî encamên sindoqan li navenda giştî daxuyanî da. Erkek, da zanîn ku ji sedî 99.9’ê girtekên bi îmzeya şil ên hilbijartina 14’ê Gulanê li pergalê bar kirine û wiha got: “Em niha jî kontrolên wê rêjeya biçûk dikin. Em ê wan jî li pergalê bar bikin. Heke di navbera daneyên me û yên YSK’ê de hevnegirtinek hebe, ji xwe alarma sor dide. Ve jî hem navenda giştî hem jî ya bajaran dibîne. Di pergala me de alarma sor da.”    DANEYÊN 7094 SINDOQAN HEV NEGIRTIN   Erkek, da zanîn ku di hilbijartina serokkomariyê de girtekên 2 hezar û 269 sindoqan û di hilbijartina parlamenteriyê de jî girtekên 4 hezar û 825 sindoqan hev negirtine. Erkek, axaftina xwe wiha qedand: “Dema girtekên yekkirinê li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan tên kirin, hinek xeletiyê madî çêbûne û niha tên sererastkirin. Encamên hemû sindoqan, me bi girtekên me û yên YSK’ê re dane ber hev û yek bi yek kontrol kir. Her wiha îtîrazên pêwîst hatin kirin û tên şopandin. Her çende ku dê bandorê li encamên giştî neke jî, em hemû dengan dişopînin.”