Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin 2023-05-13 14:36:57 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Qada Îstasyonê xîtabî bi deh hezaran kes kir û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Dê tecrîd were rakirin.”    Partiya Çepên Kesk li Qada Îstasyonê ya Amedê carek din mitînga fînalê bi beşdariya deh hezaran kes li dar dixe û qad ji ber dengê dirûşm û daxwazan olan dide. Amed ji dinyayê re daxwazên xwe radigihîne. Bi deh hezaran bi yek dengê dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" u "Bijî Serok Apo" berz dikin.    OZTURK: KURDAN Û ZIMANÊ WAN ÎNKAR DIKIN    Ewilî namzetên Amedê derketin ser dikê û xelkê Amedê silav kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk bi coşek mezin li ser dikê hat pêşwazîkirin û xîtabî girseyê kir.    Ozturk destnîşan kir ku bi dehên salan e kurd û zimanê kurdan tê înkarkirin û wiha got: “Vaye kurdên ku tên înkarkirin. Dawiya girseyê xuya nake. Bersiva herî bi bandor hûn didin wan. Amed Kurdistan e, Kurdistan li vir e.”    ‘DÊ TECRÎD RABE’    Ozturk anî ziman ku ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin û wiha got: “Wê ev tecrîd rabe. Ev tecrîdek ji rêzê nîne. Birêz Ocalan rêya aştî, demokrasiyê û azadiyê ye. Çima vê tecrîdê girankirin; gotin em ê kurdan bêîrade bihêlin û tune bikin. Werin li vê qadê binêrin.”    BERTEK NÎŞANÎ NAMZETÊN CHP’Ê DA    Ozturk bertek nîşanî namzetên CHP’ê ku li bakurê Kurdistanê rayan ji girseya wan dixwazin da û got: “Tenê partiyek me heye, ew jî Partiya Çepên Kesk e. Divê her kes hedê xew dizanibe.”    AŞÎTÎ: BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: “Bi rêya îslamiyetê me dixapînin. Qûrana pîroz tenê ne ji bo zimanek û neteweyekî ye. Ji bo hemû mirovahî û alema îslamê ye. Rêveberên welat nikarin cihêkariyê bixin navbera miroan. Li Tirkiyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn di bin navê dîn de zilmê li xelkê dikin. Em bi hêvî ne ku wê di 14’ê Gulanê de ev zilm bi dawî bibe.”    Mitîng bi axaftina beşdarên din didome.    ‘EM XWEDÎ LI DENGAN DERKEVIN’    Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran jî da zanîn ku wê şerê wan piştî 14’ê Gulanê dest pê bike û xwest her kes xwedî li rayan derkeve û meşa an azadiyê bidome.    MAÇÎN: WÊ WISA BIÇIN    Rêveberê Partiya Komunist a Kurdistanê Nûsrettîn Maçîn anî ziman ku 8 sal in şerek qirêj û bêeqhlaqî tê kirin û got: “Li bakur, rojava û başurê Kurdistanê û li Parîsê destkeftiyek kurdan li ku hebe êriş dikine û şerê wan dikin. Niha jî aboriya Kurdistanê û Tirkiyeyê talan kirin. Bi milyar dolar pere li ser şer tê xerckirin. Heta ku Amed azad nebe wê demokrasî jî neyê TirkiyeyêEnqereyê. Em ê wan wisa bişînin dê serê xwe xwar bikin û biçin.”    BOZYEL: KURDAN KOLETIYÊ QEBÛL NEKIR    Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî destnîşan kir ku ew di sedsaliya Peymana Lozanê de ne û wiha got: “Kurdisan bi vê peymanê kirin 4 parçe. Koletiyê li gelê me ferz kirin. Lê belê gelê kurd tu carî serî netewand û ji zilmê re negot erê. Têkoşîna bi rûmet anî heta van rojan. Hê jî zordestî û zilm li ser gelê me tê kirin. Lê êdî vê pergala Lozanê jî roj bi roj dihele û tune dibe. Li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên me hene. Em gelek nêzî azadiyê ne. Em şer naxwazin, em azadiyê û aştiyê dixwazin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ev mafekî xwezayî û mirovî ye. Heta kurd azad nebin dê gelên Tirkiyeyê jî azad nebin.”    Di vê navberê de dengê dirûşmeya “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” ji qadê berz bû.    Mitîng bi konsera Şehrîbana Kurdî didome.