Qada Îstasyonê bi devî re tije bû 2023-05-13 14:18:44   AMED - Qada Îstasyonê ya Amedê ku Partiya Çepên Kesk mitînga xwe li dar dixe, bi devî re tije bûye.    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Îstasyonê ya Bajarê Nû ya Amedê mitînga fînalê lidar dixe. Qada mitîngê bi alayên partiyên hatiye xemilandin û hêj ji saetên zû yên sibehê ve bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Li qadê coşeke mezin heye û dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Jin, jiyan, azadî" olan didin.    QAD BI TÊRÎ GIRSEYÊ NEKIR   Tevlibûneke pir xurt ê ciwan û jinan heye. Li qada mitîngê pankartên “Me welatparêziya welatekê ku navê wî nehat bilêvkirin jî kir, hûn nikarin pêşî li me bigirin” û “Bira here ji wan re bibêje em ê ampûlê biteqînin” hatin vekirin. Qada mitîngê demekî kin piştre heta devî tije bû û hêj jî gel ber bi qadê ve diherike.    COŞEKE MEZIN HEYE   Di mitîngê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî hevserok û hevberdevkên HDP, DBP û Partiyên Çepên Kesk bi coşeke mezin derketin ser dikê. Coşa mitîngê piştî strana “Diren ha Diyarbekir diren” derket lûtkeyê. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên bajar bi çepik û tililiyan derketin ser dikê.    BERNAME   Mitîng dê bi axaftinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî û nûnerên ESP, KKP û DDKD’ê berdewam bike.