Bîlgen: Çareseriya li Sûriye aştî û hilbijartina azad e 2018-04-13 14:05:44 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku çareseriya li Sûriye dawîlêhatina şer û desthilatdariyê ye û wiha got: “Çareserî dawîlêhatina şerêserdestiyê ye. Hilbijartina demokratîk û azad a vîna gel e."  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, li meclîsê bi civîna çapemeniyê geşedanên dawî yên siyasî nirxandin. Bîlgen, diyar kir ku di 16'ê Nîsanê de salek di ser referanduma qanûna bingehîn re derbas dibe  û wiha got: “Di dîroka Tirkiye de darbeyek mezin li demokrasiyê hat xistin. Li şûna kêmasiyên meclîsê bên temamkirin û meclîs bêdir bê demokratîkkirin, dijberî vê yekê daraz ket bin kontrola siyasetê. Medya û azadiya ramanê ket bin kontrolê. Divê Tirkiye demek berî demekê ji hişmendiya salên 1930-1940'an a partiya dewletê xwe dûr bixe. Divê hemwelatya wekhev pêş bixin. Bi referandumê re êdîe OHAL kirin mayinde. Tirkiye êdî bi KHK'yan tê rêvebirin. Li şûna hêzên muxalif xurt bibe û rengên cuda bêtir bên xuyakirin dijberî vê yekê gav tên avêtin. Ferasetek dijber serdest dibe.    ŞER KAOSÊ KÛR DIKE    Bîlgen, bal kişand ser OHAL'ê û wiha got: "HDP, ji bo roja duyemê hemû rêxistinên bajaran li dijî OHAL’ê daxuyaniyan me giştînameyek belav kiriye. Der barê OHAL'ê de divê em gelek tiştan bêjin. OHAL û şer bûn yek. Bi xwe re kaos ava kir. Şer kaos û OHAL tev xistine nava hev. Li Sûriye jî ji bo aştî bê avakirin û çareserî pêş bikeve divê berî her tiştî şerê serdestiyê bi dawî bibe. Divê gel azad hilbijartinê pêk bînin û bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Ger ku şer hebe gelê sivîl û mirovên masûm dê bên kuştin. Der barê kuştina sivilan de tu welat hestiyan nêzîk nabin. Cenevre jî vê yekî dike mijara bazarê. Li Sûriye pêdiviya sereke avakirina qanûna demokratîk û azad e. Divê dawî li şerê serdestiyê bînin. Hilbijartina azad bê plankirin ku hemû gel azad beşdar bibe û bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Ger ku ev kaos berdewam bike ne tenê ji bo Sûriye dê ji bo hemû Rojhilata Navîn êşên mezin bi xwe re bîne."    DOLAR RANEBÛYE YÊ KETIYE PEREYÊ TIRK E    Bîlgen, da zanîn ku ya rabûye ne Dolar û Euro ye û wiha got: "Ger ku dolar û euro rabûbûya dê piyasa pereyan a cîhanê jî bihata guhertin. Li vir ya ketiye Lîrayê Tirkiye ye. Perê Tirk ketiye. Ev bi polîtîkaya hikûmetê ya derve ve girêdayî ye. Baca heyî dê dîtin ku çiqas baca hatinê û çiqas baca sazîbûnê ye. Ev nîşaneya talûyeka mezin dide me.    CÎNAYETÊ KAR ZÊDE DIBE    Bîlgen da zanîn ku cînayetên kar zêde dibe û wiha lê zêde kir: "Di Adarê de 122 kesan bi cinayetên kar mirin. Lê hêj wekî ku her tişt baş be nîşan didin. Her tiştî pembe didin xuyakirin."    Bîlgen, destnîşan kir ku darazê li dijî HDP’ê û siyaseta muxalif wekî darê zorê li ba dike "Ji bo ku em rojeva welat neaxivin darazê dike darê zorê li ser serê me bilind dike. Birêz Ocalan li salona darazê der barê rewşa Tirkiye de agahiyên gelek girîng parve kirin. Di şexsê Brêz Demirtaş  de siyaseta serdemê tê darizandin."    Bîlgen, helwesta wekîlê CHP'ê Dursun Çiçek ya li dijî HDP’ê ji rexne kir û wiha got: "Em dikarin bi siyaseta sekna wê selal û saxlem re hevkariyê bikin. Siyaseta ku her roj bê guhertin em nikarin bi wê re hevkariyê bikin. Ji bo em kesekî li koltuxekê bidin rûniştandin em siyasetê nakin. Îdîayên civakî yên HDP’ê û xeta wê ya bi biryar û sekna xurt heye. Di polîtikayên derve de jî em heman siyasetê dikin."    Bilgen, der barê kulîsên ku Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş e jî agahî da û wiha got: "Ji bo em karibin nirxandinên rast yên der bare vê pêvajoyê de bikin em girîng dibînin ku em bi hemû wekîlên xwe yên girtî û Demîrtaş re parvekirinê bikin. Lê divê em farq bikin ku girtina herî mezin ya Birêz Demirtaş 20 xalên ku pitre di meclisê re hatin derbaskirin in. Namzetiya Demîrtaş a Serokomariyê serkeftî derbas bûbû. Selahattin Demirtaş Endamê Meclisa Partiya me ye. Parlamenterê me û hevserokê partiya ye yê berê ye. Der barê vê mijarê de dê nirxandin û fikrên wî jî hebin. Ev yek dê li ber çavan bê girtin. Di pêvajoya Serokomariyê de dê fikr û nerîna wî bê girtin."