Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin 2023-05-12 10:01:58   HATAY - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce bi meha ye li Hatayê xebatan dimeşîne diyar kir ku divê gel dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Wer in em bibin yek û bi hev re biguherînin.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce ji hêlekê ve xebatên xwe yên piştevaniyê û li hêla din jî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomîne. Yuce, diyar kir ku mexdûrên erdhejê dê di hilbijartinê de hesabê bipirsin û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Yuce, anî ziman ku ji destpêka erdhejê heta niha dişopînin bê ka çi guherî ye çi neguheriye û wiha domand: “Li gel ku bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn jî heta niha tu pirsgirêkên gel nehatine çareserkirin. Weke mînak; hêj pirsgirêka cihê mayînê nehatiye çareserkirin û xelk konan dixwaze. Li hêla din pirsgirêka toz û asbestê heye. Em li wir pirsgirêkeke mezin a tenduristiya gel dijîn. Her wiha pirsgirêka herî bingehîn av e. Hêj gelek pirsgirêkên din berdewam in. Bi ser erdhejê re 3 meh derbas bûn lê hêj jî dewlet li holê xuya nake. Lewma gel pir bihêrs e. Sosyalîst, rêxistinên elewiyan, sendîka û rêxistinên civaka sivîl hêj jî li qadê ne lê alîkarî pir kêm bûne. Lewma rojeva me hêj jî erdhej e. Divê em herêma erdhejê ji bîr nekin û piştevaniyê mezin bikin.”    'MEXDÛRÊN ERDHEJÊ DÊ LI SER SINDOQÊ HESABÊ BIPIRSIN’    Yuce, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mexdûrên erdhejê hêj jî şîna xwe negirtine. Lewma xebatên hilbijartinê yên li vê derê pir zehmet in. Hêrseke pir mezin, êş, xemgînî û şîneke pir mezin heye. Çawa ku navê erdhejê derbas dibe, dest bi girî dikin. Lewma xebatên li vir pir zehmet in. Hemû kes baş di ferqa hesaba ku divê were pirsîn de ne. Bi vê hêvî û baweriyê dikevin hilbijartinê. Em biçin kîjan malê dibêjin; ‘em ê teqez biguherînin, em bi we re ne, em ê bi ser kevin.’ Dema AKP’î diçin konbajaran, rastî bertekan tên. Ji ber ku gel dît bê ka di vê pêvajoyê de kî bi wan re bû. Dê gelên Hatayê bersiveke pir xurt bidin îktîdarê.”   ‘WERIN EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN’    Herî dawî jî Yuce ev tişt anî ziman: “Banga min ji bo her kesî ew e ku di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek. Partiya me, tam li dijî îktîdarê disekine. Îktîdar ji hev parçe dike lê em dibêjin piştevanî. Îktîdar cihêkariyê dike lê em dibêjin xwişk-biratî û wekhevî. Îktîdar polîtîkayên şer sor dike lê em dibêjin aştî. Lewma em dibêjin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku ji bo hesaba erdhejê ji îktîdarê bipirsin, ji bo hesaba birçîtî, zilm û zexta li hemû bajaran ji hêla îktîdarê ve tê kirin bipirsin, banga me li her kesî ew e ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Wer in em bibin yek û bi hev re biguherînin.”   MA / Mujdat Can