Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der 2023-05-08 22:10:24   HATAY-  Di hevdîtina gel a li Dortyola Hatayê de hta gotin ku hêrsa ji ber tiştên di dema erdhejê de çêbûne dê xwe di sindoqan de bide der. Partiya Çepên Kesk li Dortyola Hatayê bi hevdîtin bi gel re kir. YHevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Suruc û namzetên parlementeriyê yên bajêr tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin li Taxa Mezbexaneyê ya Dortyolê hat kirin. Di dema hevdîtinê de girseyê tim dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” berz kir. ‘DÊ HESABÊ ERDHEJÊ BIDIN’ Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce k udi hevdîtinêd e axivî got: “Dê ev bedewî vê tarîtiyê tarumar bike. Desthilata AKP-MHP’ê ber bi dawiya desthilata xwe ya 21 salî ve diçe. Ji lew re îro ro he rkes li bin darê kom bûye. Em bi salan e têdikoşin û em dizanin ku em ê vê desthilatê bişînin. Li Hatayê karesatek çêbû. Cîranên me, xizmên me di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Vê desthilatê em di bin kavilan de bi tene hiştin. Lewma em ê hesabekî mezin ji wan bipirsin. Ji ber vê ev hilbijartin ji bo Hatayê pir girîng e. Dê nikaribin vê jiyana bi hev re biqedînin.” Yuceyê bilêv kir ku dê vê desthilatê bişînin û dê di şahiya demokrasiyê de bên cem hev du û got ku dê hêrsa tiştên di dema erdhejê xwe di sindoqan de bide der û got: “Ev hê destpêk e, bila rêya me vekirî be.” ‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’ Partiya HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucuyê jî anî ziman ku ew bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî”yê li kuçeyan e û got ku ew ê vê desthilatê di sindoqan de bifetisînin.  Surucuyê di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û bibîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an heya niha tecrîda li ser Abdullah Ocalan zêde bûye û 2 sal in jî tu xeber jê nayên girtin. Surucuyê wiha li desthilatê kir: “Dest ji polîtîkayên tecrîdê berdin, deriyên Îmraliyê, deriye aştiyê vekin.” Di dema axaftina Surucuyê de girseyê bi yekdengî got: “Silav, silav hezar silav li Îmraliyê.” ‘EM Ê JINÛVE AVA BIKIN’ Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê destnîşan kir ku desthilata heyî dixwaze Tirkiyeya AKP’ê ava bike û got: “Recep Tayyîp Erdogan jî dixwaze li ser be. Lê em ê nehêlin. Welat kirin welatê şer. Ji ber ku soz dane bazirganên çekan, dixwazin li ser desthilatê bin. Ji bo sozên ku dane çeteyan, dane terîqatên ku dijminatiya jinan dikin, ji bo sozên ku dane şîrketên biyanî yên xwezaya me talan dikin dixwazin li ser desthilatê bin. Lê soza me jî heye. Soza me ji bo hevalên berxwedêr, ji bo hevalên sirgûnkirî, ji bo dayikan, ji bo jinan û ji bo kedkaran hee. Em tevî hemû gelên xwe yên berxwedêr ji bo jinûveavakirina heyama nû tên.” Ûçarê di berdewama axaftina xwe de got: “Em ê dawî li siyaset tecrîdê bînîn û bi hev re aştiya birûmet pêk bînin. Dirûşmeya ‘Reyna ma’ yanî em ê bi hev re biguherînin.” Piştî axaftinan hevdîtina gel bi çepikan bi dawî bû.