Sekretera Tirkiyeyê yê PE’yê: Texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e! 2018-04-13 09:14:26 STENBOL – Sekretera Giştî yê Forûma Tirkiyeyê yê PE’yê Laura Batalla Adam, têkildarî krîza Sûriyeyê got: “Ji civîna bilin a Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî diyar dike ku texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e.”  Sekretera Giştî yê Forûma Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Laura Batalla Adam, hevdîtina heyeta Sûriyeya Bakur a bi Serokomarê Fransayê Macron re, tewra PE’yê ya di polîtîkaya Sûriyeyê de û polîtîkayên Rûsya û Tirkiyeyê yên di der barê Efrînê de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    Adam, bal kişand ser krîza li Sûriyeyê û gotinên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû “Bêyî kurdan çareserî ne pêkan e” bi bîr xist. Nûnera PE’yê destnîşan kir ku ligel van gotinan jî, Rûsya di warê mijara Efrînê de Tirkiyeyê destek dike ku ev dijberiyeke mezin e.    Adam got: “YE, hem ji Tirkiyeyê hem jî ji welatên din re dibêje pedakirina ewlehiya penaberan divê û ev mafê wê ye. Biryara Konseya Ewlehiya NE’yê diyar kir ku li xaka Sûriyeyê aştî û îstikrar girêdayî agirbestê ye. Di şerê Efrînê de têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê nîşan dan ku, hemû derdorên eleqedar ên li herêmê ne ehlê şer in. Tevkariya Enqere û Moskowê dê çareseriyê peyda bike an na. Nayê zanîn, divê mirov li bendê be.”    Adam, hevdîtina heyeta Sûriyeya Bakur û Serokomarê Fransayê Macron jî nirxand û got: “Yekîtiya Ewropaoyê dibêje çareserkirina pirsgirêka kurd bi îstikrar û refahê pêkan e. Bi civînên li pişt deriyan û ji civîna bilind a Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî diyar dike ku texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e. Her wiha avaniya demografîk ku li Sûriyeyê diguhere jî faktoreke diyarker e.”    Nûnera PE’yê Adam, diyar kir ku sazî û dezgehên Ewropayê bertek nîşanî operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê nedane û got: “Bandora gelek parlementeran li ser madeyên ku li Parlementoya Ewropayê hevdîtinên ji bo wan tên çêkirin tune ye. Lê belê dikarim bêjim ku helwesta wan a ji bo Efrînê diyar e. Lê belê niha divê armanc ji nû ve zîndekirina hevdîtinên li Cenevreyê bin û rawestandina şerê li vê xakê û başkirina mijara gelheyê be.”    MA / Necla Demir